Li Bordeaûxê standa ‘dîktator darezînin’ hate danîn

Li Bajarê Bordeaûxê di çarçoveya kampanya TJK-E ya ’100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ standek hate danîn û îmze hatin komkirin.

Komuna Jinan a Avesta Xamûr li bajarê Bordeaûx a Fransayê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ standek danî.

Komuna Jinan a Avesta Xabûr a her Çarşemê standê didane û îmze kom dike, îro jî xebatên xwe domandin.

Standa ku li Qada Tiyatro hate danîn, li ser kampanyê agahî hatin dayîn û îmze hatin komkirin.