EWROPA
Hemû Nûçe
-
Kurdan li Stockholmê li dijî biryara DYE’yê rabûn
Li Paytexta Swêd Stockholmê gelê Kurd li pêşiya Sefaretxaneya DYE hatin ba hev, li dijî biryara DYE ya krîmînalîzekirina rêveberên Kurd, çalakiyek kirin. -
Li Dusseldorfê ji bo azadiya Ocalan ji NY’yê re îmze şandin
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyên ku li bajarê Dusseldorf ê Elmanya haibûn berhekirin bi komî ji bo NY’yê hate şandin. -
Polîsên Elman dosyaya ciwanê Kurd Amed Ehmed jê biriye
Derkete holê polîsên Elman dosyaya orjînal a ciwanê Kurd Amed Ahmed jê biriye, ku polîsan piştî ku ew bi kêfî destgîrkiribûn, di şewata Ahmed de şewat derketibû û jiyana xwe ji dest dabû. -
Zextên li Heîlbronn û Esslîngenê li Stûttgartê hatin şermezarkirin
Zextên li bajarên Heîlbronn û Esslîngen ên Elmanyayê û girtina siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan û hunermendê Kurd Mazlûm Dora li Stûttgartê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Ciwanan li Zurîhê li dijî tecrîdê çalakî kirin
Li balafirxaneya Zurîh a Swîsreyê ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û li dijî tecrîdê çalakiyek kirin. -
KON-MED'ê zextên li Elmanyayê şermezar kir
Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) serdegirtina polîsên Elman ên ku Kurdan dikin hedef şermezar kir. -
Kurdên Viyanan name ji bo NY’yê şandin
Kurdên li paytexta Avûsûtrya Viyanayê dijîn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan name bi komî name ji NY’yê re şandin. -
Nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan a li bajarê Heîlbronn û Essenlîngenê dan
Hevserokatiya Federasyona FCK-BW-Bayernê nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan a li bajarê Heîlbronn û Essenlîngen ya Elmanyayê û destgîrkirina siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan da û got “Divê Erdoganê dîktator were girtin.” -
Tecrîd û dagirkerî li Cenevre û Corbeîlê hatin protestokirin
Li bajarê Cenevre yê Swîsre û bonliya Corbeîl a paytexta Frnasa Parîsê aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin. -
15 rêxistin li dijî dagirkeriyê rabûn
15 rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk daxuyaniyek hevpar dan, banga helwesta hevpar û têkoşîna hevpar kirin. -
Li Strasbourgê çalakiya rûniştinê ya çar hefteyan dest pê dike
Bi banga TJK-E û KCDK-E'yê, Kurd wê tevî dostên xwe li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji 12'ê Gulanê û pê ve çalakiya rûniştinê li dar bixin û tecrîd, dagirkerî, biryara DYE'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê, şermezar bikin. -
Cangoriyên 9'ê Gulanê hatin bîranîn
Mamoste Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elemhûlî û Elî Heyderiyan ku 9'ê Gulana 2010'an li Girtîgeha Evîn a Tehranê hatin darvekirin, li Stockholmê hatin bîranîn. -
Darvekirina mamoste Ferzad Kemanger û hevalên wî hate şermezarkirin
Di salvegera 11'an a darvekirina 5 girtiyên siyasî de rejîma Îranê li Stockholmê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Li Kopenhagê şehîdên 9’ê Gulanê hatin bibîranîn
Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye li pêşiya konsolosxaneya Îranê Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Ferhat Vekîlî hatin bibîranîn yên di 9’ê Gulanê de hatibûn darvekirin. -
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Londrayê hate protestokirin
Êrîşên dagirker ên ku dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin li Londrayê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Sarya Diyar û rêhevalên wê li Swîsreyê hatin bîranîn
Sarya Diyar (Bîşeng Hezer) a ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Girê Şehîd Mûnzûr a qada Mamreşo ya Avaşînê 10 rojan li ber xwe da û piştre şehîd bû, li Lûzernê hate bîranîn. -
Li Helsînborgê kongreya komînê û nerazîbûna li dijî dagirkeriyê
Komîna bajarê Helsingborgê yê Swêdê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Di kongreyê de bexwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate silavkirin. -
Şehîdên 9'ê Gulanê li Helsînkiyê hatin bîranîn
Şoreşger Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderyan ên ku 9'ê Gulana 2010'an ji aliyê rejîma Îranê va hatin darvekirin, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hatin bîranîn. -
Dewletên Tirk û Îranê li Osloyê hatin şermezarkirin
Li paytexta Norwêc Osloyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û zext û darvekirinên Îranê yên li dijî kurdan hatin şermezarkirin. -
Li Mannheîm, Lîmassol û Viyanayê dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin
Li Mannheîm, Lîmassol û Viyanayê dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin û êrîşên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin. -
Li Saarbrucken, Hannover û Helsîngborê êrîşên dagirker hatin protestokirin
Li bajarên Saarbrucken, Hannoverê yên Elmanyayê û li bajarê Helsîngborgê yê Swêdê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin. -
Li Parîs, Toûloûse, Wînser û Vasterasê êrîşên dagirker hatin protestokirin
Êrîşên çeteyên Tirk ên ku li ser Efrînê dikin û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarên Parîs, Toûloûse yên Fransayê û li bajarê Wînsen-Lûhe ya Elmanyayê û li bajarê Vasterasê yê Swêdê hate protestokirin. -
Li Nurnberg û Brukselê gel li dijî êrîşên dagirker li qadan bûn
Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê û li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye hate protestokirin. -
Li Heîlbronê êrîşên dagirker hatin protestokirin
Li bajarê Heîlbronnê yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate protestokirin. -
Li Marsîlyayê li dijî dagirkerî û tecrîdê mîtîng hate lidarxistin
Li Marsîlyayê êrîşên dagirker û tecrîda Îmraliyê hate protestokirin.