Polîsên Elman dosyaya ciwanê Kurd Amed Ehmed jê biriye
Derkete holê polîsên Elman dosyaya orjînal a ciwanê Kurd Amed Ahmed jê biriye, ku polîsan piştî ku ew bi kêfî destgîrkiribûn, di şewata Ahmed de şewat derketibû û jiyana xwe ji dest dabû.
Derkete holê polîsên Elman dosyaya orjînal a ciwanê Kurd Amed Ahmed jê biriye, ku polîsan piştî ku ew bi kêfî destgîrkiribûn, di şewata Ahmed de şewat derketibû û jiyana xwe ji dest dabû.
Ciwanê Kurd ê ji Efrînê Amed Ehmed ku bi kêfî li bajarê Keleveyê ya Elmanya hatibû girtin, piştî ku şewat li hicreya wî derketibû birîndar bûbû û Cotmeha 2018'an jiyana xwe ji dest dabû. Malbat û parêzerên Ehmed hîn bûn, polîsan doyaya dema ku Ehmed destgîr kiribûn, jê birine.
Midûrtiya Emniyetê ya Eyaleta Bakurê Ren Vestfalya (NRW) bi 'otomatîkî' jêçûna dosyayê bi wê yasayê ve girêda ku li tevahiya welêt dema ku wextê diyar kirî di ser lêpirsînê re dibihure, doya jêdiçin. Lê tê diyakirin li gel ku Wezareta Karê Navxwe ya Eyaleta NRW'ê biryar standiye ku ''ev dosya wê neyê rakirin'' jî, dosyaya lêpirsînê ya Amed jêçûye.
Piştî rûdanê malbata Amed bi rêya parêzeran giliyê polîsan kir. Parlamenterên endamên Meclîsa NRW'ê rexneyên giran li yekîneyên ewlehiyê yên eyaletê kirin. Alîkarê Serokê Koma SPD'ê Sven Wolf got jêbirina orjînala dosyayê wan didi fikirandin.
Wekîlê partiya Keskan Stefan Engstfeld jî ji rûdanê re got, 'skandl'', destnîşan kir li gel talîmata Wezareta Navxwe jî dosya hatiye jêbirin. Engstfeld got, ''Careke dî ti caran em ê nikaribin xwe bigînin orjînala dosyayê.''
Berdevkê komîsyona Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Olîver Kehrl, ku CDU li Eyaleta NRW'ê li desthilatê ye, got ew ''pê xemgîn in'' û tenê diyar kir, ''muxelefet teoriyên komployê geş dike''. Meclîsa Eyaletê ya NRW'ê li gel ku lê nedigeriyan jî ji bo ku lê bipirsin bê ka Amed Ehmed bi zanebûn hatiye destgîrkirin an na û şewat çawa li girtîgehê derketiye Komîsyona Lêkolînê ava kiribû.
Tîrmeha 2018'an polîsên NRW'ê ciwanê Kurd ê Efrînî Amed Ehmed bi daxwaza polîsên Hambûrgê hatibû destgîrkirin. Di îfadeyê de ku Ehmed ê 26 salî dabû polîsan diyar kiribû ku ew ti caran neçûye Hambûrgê û hewl dabû vebêje ku ti têkiliya wî bi sûcdariyan nîne ku polîs davêjin ser wî lê ne polîs, ne dozger û ne jî rêveberiya girtîgehê guh nedabû Ehmed.
17'ê Îlona 2028'an li girtîgeha Kevleyê ya li nêzî Dusseldofê di hicreyê de şewat derketibû, dema ku Ehmed li nexweşxanê di komayê de bû, yekîneyên ewlehiyê ku lêpirsîn berfireh kiribûn, derxistibûn holê kesê ku polîsên Hambûrgê ji ber sûcê diziyê lê digeriyan penaberekî dî yê Malîyî Amedy Guîra ye.
Piştî ku hate tespîtkirin bêyî ku sûcê wî hebe hatiye girtin, Ehmed dema ku tedawî dibû li nexweşnxeya Bochumê, 5'ê Cotmeha 2018'an jiyan axwe ji dest dabû. Lêpirsîna ku dozgeriyê li ser polîsên ku Amed destgîr kiribûn, dabû destpêkirin jî piştî bi demekê hatibû girtin.