Kurdan li Stockholmê li dijî biryara DYE’yê rabûn
Li Paytexta Swêd Stockholmê gelê Kurd li pêşiya Sefaretxaneya DYE hatin ba hev, li dijî biryara DYE ya krîmînalîzekirina rêveberên Kurd, çalakiyek kirin.
Li Paytexta Swêd Stockholmê gelê Kurd li pêşiya Sefaretxaneya DYE hatin ba hev, li dijî biryara DYE ya krîmînalîzekirina rêveberên Kurd, çalakiyek kirin.
Nerazîbûnên li dijî biryara DYE ya li ser rêveberên Gelê Kurd bê navber dewam dike. Di vê çarçoveyê de li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek hate kirin.
Di çalakiyê de pankart hat vekirin. Li ser pankartan wêneyên pêşengên gelê Kurd, Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan û nivîsa ‘Nûnerên Kurd ne terorîst in’ cih girt.
Çalakgeran bi pankart û dovîzan êrîşa dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û alayên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.