Nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan a li bajarê Heîlbronn û Essenlîngenê dan

Hevserokatiya Federasyona FCK-BW-Bayernê nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan a li bajarê Heîlbronn û Essenlîngen ya Elmanyayê û destgîrkirina siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan da û got “Divê Erdoganê dîktator were girtin.”

Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê dema ku siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan ji mala Hevserokê Federasyona FCK-BW-Bayernê Saît Ozturk derketibû, polîsên Elmanyayê Ocalan destgîr kiribû.

Li bajarê Essenlîngenê jî hunermend Mazlûm Boran dema ji malê derketibû bi hinceta ku ‘derbarê wî biryara girtinê heye’ hate destgîrkirin.

Hevserokatiya Federasyona FCK-BW-Bayernê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Em vê destgîrkirina li dijî mirovahiyê şermezar dikin. Em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin “Polîsan girtine ser mala Saît Ozturk, alavên malê ji hev xistine û zarokên biçûk tirsiyane. Bi vî awayî dixwazin Kurdan krîmînalîze bikin. Piştî ku Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk a faşîst hate serdana Elmanyayê ev serdegirtin çêbû. Divê Erdoganê dîktator were girtin.”