EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Londonê bîranîna girseyî: Em ê piştevaniyê mezin bikin!
Bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Îngilistanê bi sedan kes hatin ba hev û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û kesên di komkujiyên Helebce û Bazîdê de hatine qetilkirin, bi bîr anîn. -
Li Kaselê meşa piştevaniya bi girtiyan re û pîrozbahiya Newrozê
Li Kasselê bi wesîleya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî meş hat lidarxistin û piştre Newroz hat pîrozkirin. -
Li Berlînê meşa ji bo azadiya girtiyên siyasî
Li Berlînê ku paytexta Elmanyayê ye, bi boneya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya Bi Girtiyên Siyasî re ya Navneteweyî, meşeke enternasyonel hat kirin. -
Şehîd Raperîn Amed li Dortmûndê hat bîranîn
Ji bo yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Raperîn Amed, li Dortmûndê merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
Dagirkirina Efrînê li Berlînê hat protestokirin
Bi wesîleya salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê li Berlînê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de Hevserokê Fed-Kurdê axivî û qala biryara ÛCM’ê ya girtina serokê Rûsyayê kir û got: “YE û NATO Pûtîn dibîne, lê çima Erdogan nabîne?” -
Li dijî nijadperestî û faşîzmê meşeke dirêj li Londonê hat kirin
Li Londonê, bi hezaran kes bi banga ‘Stand Up to Racism’ û Kongreya Sendîkayên Skoçyayî STÛC’ê, hatin ba hev û li dijî îslamofobî, antîsemîtîzm û faşîzm û rastgiriya radîkal meşiyan. -
Şehîdên Metînayê li Bremenê hatin bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Karasûngûr Kanîreş (Zubeyîr Teymûroglû) û hevalên wî ku li Metînayê şehîd bûn, li Bremenê hatin bîranîn. -
Rûniştina doza Ayaz ê li Qibrisê hatibû girtin, hat dîtin
Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku di 5'ê Adarê de li Qibrisê hat girtin, hat dîtin. -
Agirê Newrozê li Lozanê hat vêxistin
Newroz ku cejna berxwedanê ya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn e, li Lozanê hat pîrozkirin. Şaredar û parlamenterên Swîsreyî, agirê Newrozê vêxist. -
Li Parîsê çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî“ hat lidarxistin
Endamên TCŞ û TekoJIN’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li banliyoya Drancy ya Parîsê çalakî li dar xistin. -
Li Amsterdamê êrîşên kîmyewî hatin protestokirin
Li Amsterdamê bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê, komek Kurdistanî hatin ba hev û êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto kirin. -
Koordînasyona Hilbijartinan a Brîtanyayê hat avakirin
Rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên baweriyê û komeleyên gund û herêman ên ku li Îngilistanê çalak in, Koordînasyona Hilbijartinan a Brîtanyayê ava kir. -
Li Lozanê Komuna Tolhildanê ya Şehîd Tîrêj hate ragihandin
Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Komuna Şehîd Tîrêj Tolhildan hate ragihandin û di bin sîwana komunê de komîsyon hatin avakirin. -
Şaredariya Lozanê wê cardin bi mexdûrên erdhejê re bibe alîkar
Pêşniyaznameya Encumena Şaredariya Lozanê Sevgî Koyûncû ya li ser avakirina ji nû ve ya herêmên erdhej lê çêbûye, hat qebûlkirin. Şaredariya Lozanê ku berê 80 hezar Frank bexş kir, wê hêj jî bi mexdûrên erdhejê re bibe alîkar. -
Li Lîverpoolê piştevanî û amadekariya Newrozê
Li Lîverpoolê, ji aliyekî ve ji bo tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê ku wê 21’ê Adarê bê lidarxistin, bang tê kirin ji aliyekî ve jî bi rêya Re-Bûîld û Heyva Sor ji bo mexdûrên erdhejê bexş tê berhevkirin. -
KON-MED'ê şehîdên Helebceyê bi bîr anî
KON-MED'ê mirovên ku di Komkujiya Helebceyê de şehîd bûn bi bîr anî. -
KCDK-E'yê ji bo mexdûrên lehiyê banga piştevaniyê kir
KCDK-E'yê ji ber felaketa lehiyê peyameke sersaxiyê weşand û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide mexdûrên lehiyê. -
Qurbaniyên erdhejê li Zurîhê hatin bibîranîn
Pira Xwişk û Biratiyê ya Zurîh-Amedê, kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dan, li ber Parlamentoya Kantona Zurîhê bi vêxistina findan bi bîr anîn. -
Ciwanan Nobeta Azadiyê dewir girt
Nobeta Azadî ji Abdullah Ocalan re li cihê hevpar ku saziyên Ewropayê lê ne 560 hefte ne ku berdewam e. Vê hefteyê ji ciwanên ji Solothûrnê hatin, nobet dewir girtin. -
KNK’ê şehîdên Helebce û Enfalê bi bîr anî
KNK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Helebce û Enfalê daxuyaniyek weşand û got ku berxwedana li dijî dagirkeran hêzek mezin dide wan. -
Karasûngûr Kanîreş li Londonê hate bîranîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Karasûngûr Kanîreş ê li Metînayê şehîd bû, li paytexta Îngilistan Londonê merasîmeke girseyî ya bîranînê hate lidarxistin. -
Li Rennesê navê Fîdan Dogan wê li qadekê bê kirin
Navê Fîdan Dogan ku yek ji şoreşgera Kurd bû li Parîsê hate qetilkirin, wê li bajarê Rennesê li qadekê bê kirin. -
Kesayetên naskirî yên cîhanê nameyek weşandin: Em bi HDP'ê re ne
Ji welatê cuda yên cîhanê bi dehan parlamenter û kesayetên naskirî ji bo piştgiriyê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nameyeke vekirî weşandin û gotin, "Em bi HDP'ê re ne." -
Li Dortmûndê bîranîna şehîdan
Kekê Ferhat Xizginos, Zana Yanar li merasîma bîranîna çar şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê axivî û diyar kir ku rastiya şehîdan ku rûmeta gelekî ye divê bi rêbaza rêbertî bê nirxandin. -
Şehîd Zana Amed li Viyanayê hate bîranîn
Zana Amed ku sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Viyanayê bi çalakiyekê hate bîranîn.