Li Dortmûndê bîranîna şehîdan
Kekê Ferhat Xizginos, Zana Yanar li merasîma bîranîna çar şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê axivî û diyar kir ku rastiya şehîdan ku rûmeta gelekî ye divê bi rêbaza rêbertî bê nirxandin.
Kekê Ferhat Xizginos, Zana Yanar li merasîma bîranîna çar şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê axivî û diyar kir ku rastiya şehîdan ku rûmeta gelekî ye divê bi rêbaza rêbertî bê nirxandin.
Gerîla Ferhat Xizginos (Mehmet Yanar), Karasûngûr Kanîreş (Zubeyîr Teymûroglû), Îsyan Brûsk (Azad Tûran) û Savşûka Amed ên di demên cuda de di şerê dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şehîd bûn, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Di merasîma bîranînê de ku bi sedan kes tevlî bûn, kekê Ferhat Xizginos Zana Yanar asxivî û destnîşan kir ku rastiya şehîdan ku rûmeta gelekî ye, divê bi rêbaza rêbertî bê nirxandin. Yanar bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî şehadeta Hakî Karer PKK ava kir û destnîşan kir ku rêya herî rast a xwedîderketina li şehîdan bilindkirina têkoşînê ye.
Zana Yanar piştre helwesta ku li ser birayê xwe nivîsandî xwend û axaftina xwe bi destnîşankirina biryardariya li ser xurtkirina têkoşînê bi dawî kir.
Piştre bi navê malbata Karasûngûr Kanîreş Nûrten Teymûroglû axivî. Nûrten Teymûroglû anî ziman ku Karasûngûr sala 2014'an tevlî nava refên têkoşînê bû, ji bo parastina ziman, çand û rûmeta gelê xwe têkoşiya û şehîd bû. Nûrten Teymûroglû destnîşan kir ku wê têkoşîna şehîdan dewam bikin û bi ser bixin.
Di bîranînê de bi navê saziyên cuda axaftin hatin kirin. Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Alî Konkûrt axivî û diyar kir ku ji bo bîranîna şehîdan wê hîn bêhtir xwedî li têkoşîna wan derkevin û bi misogerkirina azadiya gelê Kurd wê karibin hêjayî şehîdan bin.
Piştî axaftinan sînevîzyon hate nîşandan û bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.