Şehîd Zana Amed li Viyanayê hate bîranîn
Zana Amed ku sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Viyanayê bi çalakiyekê hate bîranîn.
Zana Amed ku sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Viyanayê bi çalakiyekê hate bîranîn.
Ji bo Zana Amed (Felat Seyfettîn Huseyîn) ku sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li paytexta Awûstûrya Viyanayê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Bi dehan kes tevlî bîranînê bûn û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.
Endama TJK-E'yê Agirî Kobanê li bîranînê axivî û anî ziman ku weke gelê Kurd ê welatê wan dagirkirî her roj şehîdên mîna Zana Amed didin û ji bo welat û nasnameyeke azad banga mezinkirina têkoşînê kir.
Xalê Şehîd Zana Amed Îdrîs Amed jî diyar kir ku Zana mîna navê xwe ciwanekî zane bû, ji bo Kurdistaneke azad, gelê azad çû şer bike û di vê oxirê de şehîd bû.