Qurbaniyên erdhejê li Zurîhê hatin bibîranîn

Pira Xwişk û Biratiyê ya Zurîh-Amedê, kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dan, li ber Parlamentoya Kantona Zurîhê bi vêxistina findan bi bîr anîn.

Pira Xwişk û Biratiya Zurîh-Amedê, ji bo bi deh hezaran kesên di erdheja 6 Sibatê de li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan, li Kantona Zurîh ya Swîsreyê merasîma bibîranînê li dar xist. Bibîranîn, li ber Parlamentoya Kantona Zurîhê hat lidarxistin. Gelek saziyên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî tev li merasîma bibîranînê bûn.

Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, find hatin vêxistin û bi deqeyekê rêz hat girtin. Di pey re, nivîsa li ser navê Pira Xwişk û Biratiyê ya Zurîh-Amedê yê bi Elmanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin li gor daxuyaniyên fermî zêdeyê 50 hezar kesan di erdhejan de jiyana xwe ji dest daye, wiha hat gotin: “Amedê ku xwişk û biraya Zurîhê ye, bi qasê tê zanîn 404 kesan jiyana xwe ji dest daye. Bi hezar kes bêyî mal mane. Ji ber êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê, herêmên Kurd ên li Bakurê Sûriyeyê jî, di serî de Efrîn, erdhejan gelek bandor lê kir.“

Li ser navê Partiya Keskan Jûlîa Hofstetter, li ser navê Partiya Sosyalîst (SP) Marco Denoth û li ser navê Lîst Alternatîv (AL) jî Walter Angst yek bi yek axivîn û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane, xwest. Kesên axivîn, rexne li dewleta Tirk kir ku çima piştî erdhejê demildest biryar li ser rewşa awarte daye û rejîma Esad şermezar kir ku çima nahêle alîkarî bigihîje Rojava.

Di dawiya bîranînê de hate diyarkirin ku wê piştevaniya bi Kurdan re berdewam bibe.