Li Rennesê navê Fîdan Dogan wê li qadekê bê kirin

Navê Fîdan Dogan ku yek ji şoreşgera Kurd bû li Parîsê hate qetilkirin, wê li bajarê Rennesê li qadekê bê kirin.

Meclîsa Jinê ya Rennesê, Meclîsa Gel a Amara û Komeleya Dostaniyê ya Kurd Broton ji bo navê Fîdan Dogan (Rojbîn) li kolan an jî qadekê bê kirin, dosya û pêşnûmeyek amade kirin. Di Gulana 2022'an de pêşkêşî Şaredariya Rennesê kirin û di nava salê de têkildarî pêşnûmeyê hevdîtin bi şaredariyê re hatibû kirin.

Meclîsa Şaredariyê ya Rennesê ji bo nîqaşkirin û dengdana li ser pêşnûmeyê li hev kom bû.

Piştî axaftina li ser mijarê dengdan hate kirin û biryar hate dayin ku li qada ku navê Fîdan Dogan lê bê kirin tabloyên dîwar ên li ser biyografî û têkoşîna Fîdan Dogan bêne bicihkirin.