EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Londonê Mazlûm S hat girtin
Li Londonê polîsan di 27’ê Mijdarê de bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin û gelek kes binçav kirin. Kesên binçavkirî piştî 14 rojan derxistin dadgehê. Ji binçavkiriyan 5 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Mazlûm S jî bi “gumana revê” hat girtin. -
‘Bi ruhê berxwedana Kobanê dakevin qadan’
KCDK-E û TJK-E’yê li dijî êrîşên dagirkeriyê bang li gelan kirin ku bi ruhê Kobanê dakevin qadan. -
Aktîvîstên Kurd derdikevin pêşberî dadger
6 Kurdên ku 27'ê Mijdarê di operasyona polîsên Îngiliz a krîmînalîzekirina Kurdan de hatin binçavkirin, piştî 14 rojên di binê çavan de derdikevin pêşberî dadger. -
CDK-S û YJK-S bang li civaka navneteweyî kirin
CDK-S û YJK-S bi daxuyaniyekê bal kişandin ser daxwazên xwe yên ji bo projeya Sûriyeyeke demokratîk û bang li hikumeta Swîsreyê kirin ku bi roleke çalak rabe. -
Li Ewropayê çalakiyên li dijî dagirkirinê: Xwedî li Rojava derkevin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û berxwedana Rojava silav kirin. -
Banga beşdarbûna mîtînga parastina Rojava ya 12'ê Kanûnê hate kirin
Rete Kurdistan û UKI Onlus daxuyandin ku Şoreşa Rojava di bin xeteriyê de ye, bang li her kesî kirin ku ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û mafê gelê xwe yê beşdarbûna di avakirina Sûriyeya nû, beşdarî mîtînga 12’ê Kanûnê li Romayê bê li darxisti -
Li Lefkoşayê meşa 'Rojava biparêze' hat lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan piştî banga seferberiyê ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan gotin, "Roj roja rabûna ser piyan e, serhildanê ye û bi ruhê Kobanê her derê veguherînin qada berxwedanê." -
ADGB’ê banga beşdarbûna çalakiyên 14’ê Kanûnê yên li dijî şer û faşîzmê kir
ADGB'ê got, "Em bang li her kesî dikin ku beşdarî çalakiyên 14'ê Kanûnê ku li gelek navendên Ewropayê bên lidarxistin bibin û têkoşîna navneteweyî ya li dijî şer, faşîzm û cudakariyê berfireh bikin." -
TJK-E’yê bang kir ku 14’ê Kanûnê her kes xwedî li Rojava derkeve
TJK-E’yê diyar kir ku 14’ê Kanûnê wê li dijî dagirkerî û qirkirinê, çalakî bên lidarxistin û banga xwedî derketina li Rojava kir. TJK-E’yê got, “Roj roja xwedî derketina li Rojava ye.” -
Li Elmanyayê ji bo berxwedana Rojava bang li ciwanan hate kirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Minbic û seranserê Rojava hatin protestokirin. TCŞ’ê li Hamburgê bang li ciwanên Kurd kir ku li dijî xeteriya qirkirinê ya li ser gelê Kurd dest bi berxwedanê bikin. -
Şehîd Ebdulezîz Şexo li Kolnê hat bibîranîn
Li ser wesîyeta Şehîd Ebdulezîz Şêxo, malbata wî li Kolnê ligel stranên ew jê hez dike merasîmeke bibîranînê li dar xistin. -
Berxwedana QSD û gel li Amsterdamê hat silavkirin
Li Amsterdamê êrîşên li ser Minbicê hatin şermezarkirin û peyama "Gelê Kurd li ku derê cîhanê dibe bila bibe, wê destkeftiyên xwe biparêze" hat dayîn. -
Salih Muslim: Divê diasporaya Kurd dengê xwe bilind bike
Berdevkê Têkliyên Derve yê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku divê diaspora Kurd a li Ewropayê dengê xwe bilind bike û wiha got, “Gelê me divê li her derê bikeve nava liv û tevgerê. Zexta dîplomatîk pir girîng e.” -
Damezrandina PKK'ê li Draguignan û Linzê hat pîrozkirin
46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Draguignan ên Fransayê û Linz ê Awûstûryayê bi çalakiyan hat pîrozkirin. -
Şehîdên Azadiyê li Zurîhê hatin bibîranîn
Li Zurîhê ji bo gelek şehîdan çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. Xwişka Şehîd Sema Cûya Çewlîgê, Rojnamevan Gulîstan Azak: "Wan ne bi gotinên xwe, bi kiryarên xwe bi nav û bang bûn. Divê em jî bi kiryarên xwe bibin hevrêyên wan." -
Kurdistanî û dostên wan li Lubeckê daketin qadan
Bi pêşengiya Defend Kurdistan û Meclîsa Gelê Kurd a Lubeckê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava bi meşekê hat protestokirin. -
Li Toulouse banga ‘Rojava biparêzin’ hat kirin
Li Toulouse bi mîtîngekî berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate silavkirin û peyamên piştevaniyê hatin dayîn. -
‘Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikevin nava liv û tevgerê’
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên London, Liverpool û Sheffield ên Îngilistanê li hev civiyan, êrîşên li dijî Rojava û êrîşên polîsên Îngîlîz ên li ser Navenda Civaka Kurd şermezar kirin. -
Êrîşên dagirkeriyê li Halleyê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Halle yê Elmanyayê bi mîtîngekî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. -
46'emîn salvegera damezirandina PKK'ê li Monchengladbachê hat pîrozkirin
Meclîsa Gel a Demokratîk a Dusseldorfê di çarçoveya pîrozbahiya 46'emîn salvegera damezrandina PKK'ê de li bajarê Elmanyayê Monchengladbachê şahiyek li dar xist. -
MLKP: Ji bo Kurdistana Azad û Sûriyeya Demokratîk têbikoşin
MLKP'ê bang li hemû tevgerên sosyalîst, pêşverû, şoreşger, demokratîk, femînîst û ekolojîk ên cîhanê kir ku li dora şoreşa Rojava bibin yek û got, “Ji bo qebûlkirina statuya Rojava li her qadê têkoşînê mezin bikin.” -
Li Oslo û Osnabruckê ji bo Rojava çalakî hatin lidarxistin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê li paytexta Norwec Osloyê û li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê hatin protestokirin. -
KCDK-E: Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo Minbicê rabe ser piyan
KCDK-E'yê li dijî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya çeteyên jêmayên DAÎŞ'ê li ser gelê Minbicê pêk bîne, banga lezgîn li gelên li Ewropayê dijîn kir. -
Zubeyîr Aydar: Dibe ku şerekî mezin derkeve, divê em bibin dengê Rojava!
Zubeyîr Aydar di civîna gel de rojev nirxand û bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan. Aydar diyar kir ku dibe ku li Rojava şerekî mezin rû bide û got, "Divê em bibin dengê Rojava." -
Şehîd Serhat Tekman li Elmanyayê hat bibîranîn
Ji bo Serhad Tekman ê ku di sala 2017’an de li Zapê şehîd bibû, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.