Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Li Oslo û Osnabruckê ji bo Rojava çalakî hatin lidarxistin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê li paytexta Norwec Osloyê û li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê hatin protestokirin.

Li paytexta Norwec ê Osloyê bi pêşengiya NCDK-OSLO’yê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li dijî Rojava hatin protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ji bo çalakiyê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan. Hevserokê NCDK-OSLO’yê Endam Aso di çalakiyê de axivî. Aso diyar kir ku astengkirina komkujiyên li dijî sivîlan û parastina Şoreşa Rojava erka mirovahiyê ye û banga piştevaniyê kir.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî, “Bijî Berxwedana YPG û YPJ" bi dawî bû.

OSNABRUCK

Li bajarê Osnabrûck ê Elmanyayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya Kurdistanî û sosyalîstên Elman meşek hat lidarxistin.