EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Brîtanyayê amadekariya meşa azadiyê ya ji bo Rêber Apo bi dawî bû
Li Londonê ji bo meşa ku wê di 10'ê Mijdarê de bi dirûşma 'Ji Rêber Apo re azadî' bê lidarxistin, mal û cihên kar tên ziyaretkirin, stand tên danîn, ji radyoyan bang tê kirin û bi hezaran afîş û belavok tên belavkirin û gel ji bo meşê tê vexwendin. -
Amadekariyên ji bo mîtînga li Kolnê dewam dikin
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' wê 16'ê Mijdarê li Kolnê meş û mîtîngek bê lidarxistin. Amadekariyên çalakiyê hatin destpêkirin. -
Li Darmstadtê amadekariyên ji bo meşa Kolnê dewam dikin
Di çarçoveya amadekariyên meşa ku wê ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê bê lidarxistin de serdana mal, wargehên penaberan û esnafên li derdora Griesheimê hatin kirin. -
Desteserkirina vînê li Linz û Grazê hate protestokirin
Kurdistaniyên li bajarên Linz û Graz ên Awusturyayê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê bi çalakiyan protestokirin. -
Li Bodenseeyê darbeya qayûman hat protestokirin
Kurd û dostên wan ên herêma Bodenseeyê ya Elmanyayê derbeya qayûman protesto kirin. -
Desteserkirina şaredariyan li Kanadayê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Torontoyê li gel dostên xwe daketin qadan û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. -
Li Nantesê desteserkirina îradeyê hate protestokirin
Li Nantesê desteserkirina îradeya gel bi meş û mitîngeke hate protestokirin. Li dijî darbe û faşîzmê banga tevlîbûna meşa Kolnê hat kirin. -
TCŞ’ê li Berlînê ji bo azadiya Rêber Apo stand danî
Endamên TCŞ’ê yên li Berlînê ji bo azadiya Rêber Apo stand danîn. -
Desteserkirina îradeyê li Viyana, Dortmund û Giessenê hat protestokirin
Desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li Viyana, Dortmund û Giessenê hat protestokirin. -
Li Strasbourgê nobeda ji bo azadiya Rêber Apo berdewam dike
3 kesan nobeda ji bo azadiya Rêber Apo ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewr girt. -
Di çalakiya pêşiya NY’ê de desteserkirina şaredariyan hate protestokirin
Kurdistaniyan li pêşiya NY’ê ya Cenevreyê bang li saziyên navneteweyî kirin û gotin, “Li dijî tecrîd, dagirkerî û desteserkirina îradeyê qanûnên xwe bi cih bînin.” -
Li herêma Drancy Kurdan darbeya qeyûm şermezar kirin
Kurdên li herêma Drancy a Fransayê, darbeya qeyûm a dewleta Tirk şermezar kirin. -
Li Ewropayê berxwedana li hemberî desteserkirinê hat silavkirin
Li gelek navendên Ewropayê protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê didomin. -
Li Brukselê li dijî desteserkirina îradeyê çalakî hate lidarxistin
Kurdistaniyên li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiye ya li Brukselê li hev civiyan peyama “Em ê li geş gelê xwe yê li Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li ber xwe didin bin” dan. -
Gok: Biherikin qadan û dengê xwe bilind bikin
Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok di civîna gel a li Wolfsburgê de axivî û got: “Li dijî desteserkirina vînê biherikin Kolnê û dengê xwe bilind bikin.” -
Mîhrîcana Dengên Arkaîk li Romayê hat lidarxistin
Li paytexta Îtalya Romayê, Mîhrîcana Dengên Arkaîk hat lidarxistin. -
Li gelek navendên Ewropayê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin
Li gelek navendên Ewropayê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê bi çalakiyan hatin protestokirin. -
Ji FEDA’yê li dijî desteserkirinê banga berxwedanê
FEDA’yê li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê banga berxwedanê li her kesî kir. -
AVEG-KON: Berxwedana li dijî qeyûmê belavî bajarên Ewropayê bikin!
AVEG-KON’ê bertek nîşanî desteserkirina şaredariyan da û wiha got, “Divê em li dijî mêtîngeriyê berxwedana xwe belavî bajarên Ewropayê bikin, dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin.” -
KON-MED: Bila her kes li dijî desteserkirinê biherikin qadan
KON-MED’ê bertek nîşanî desteserkirina şaredariyan da û bang li her kesê kir ku li her derê rabin û berxwedanê mezin bikin. -
‘Em bang li gelê xwe yê Elmanyayê dikin ku berxwedanê mezin bikin’
Federasyona Kurdistaniyên Azad li Rojhilatê Elmanya (FED-KURD) li dijî desteserkirinan daxuyanî da û bang kir ku li her qadê berxwedan bê mezinkirin. -
KCDK-E: Şer li gel tê ferzkirin, werin em li qadan xwedî li vîna xwe derkevin
KCDK-E’yê têkildarî desteserkirina şaredariyan got: ‘’Em bi rastiya ku polîtîkayên şerî li gelê Kurd ferz dike re rû bi rû ne’’ û bang li gel kir ku li qadan xwedî li vîna xwe derkevin. -
Li St. Gallenê panela li ser Komkujiya Dersimê
Dîroknas Sedat Ulugana weke axaftvan beşdarî panela li St. Gallenê bû û qala pişt perdeya dîrokî ya Komkujiya Dersimê kir. -
Zumrut: Mîtînga Kolnê gelekî girîng e
Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut anî ziman ku mîtînga 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Apo gelekî girîng e û got, "Gelê me wê vê qadê bi dirûşma azadî ji Rêber Apo re tijî bike." -
Peyama Rêber Apo li Îtalyayê deng veda: Sekn û helwesteke demokratîk e
Berdevkê Komîteya 'Azadî ji Ocalan re ya Îtalyayê' Senatorê berê Giovanni Russo Spena peyama Rêber Apo weke sekneke demokratîk a ji bo çareseriyê şîrove kir û got, "Bûyerên dawî hêza Ocalan, PKK'ê û gelê Kurd nîşan didin."