EWROPA
Hemû Nûçe
-
Êrîşên dagirkeriyê li Freiburgê hat protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat protestokirin. -
Êrîşên dagirkeriyê li Solothurn û Dortmundê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku 3 roj in bê navber li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, li bajarê Solothurn û Dortmundê hatin protestokirin. -
Ciwanan li Parîsê silav dan Rêber Apo
Ciwanên ku li banliyoya Grigny a paytext Parîsê li hev kom bûn, çalakiyeke bêîteatiya sivîl lidar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. -
Êrîşên dagirkeriyê li gelek navendên Swîsreyê hatin protestokirin
Kurdistaniyên li bajarên Swîsreyê dijîn, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. -
Li Ewropayê êrîşên dagirkerî û qirkirinê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin. -
Gel li Duisburgê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan
Kurd û dostên xwe li dijî êrîşên nijadkujî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Duisburgê daketin qadan. -
AVEG-KON’ê li dijî êrîşên li ser Rojava banga daketina qadan kir
AVEG-KON: Em bang li kedkarên koçber ên li Ewropayê û dostên xwe yên enternasyonalîst dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bi gelê Rojava re di nava tevkariyê de bin. Em bi têkoşîna xwe ya yekbûyî hêviya jiyanê ya ku gelê Rojava bi bedelên mezin afirandiye -
Endamên TCŞ'ê li avahiya rojnameya li Bernê çalakî li dar xistin
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Bern ê Swîsreyê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li avahiya rojnameya herêmî ya Swîsreyê çalakî li dar xistin. -
Kurdistanî li Swîsreyê li dijî dagirkeriyê dadikevin qadan
Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê îro û sibê (25’ê Cotmehê) li dehan navendên Swîsreyê dakevin qadan. -
KCÊ-E'yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) ji bo xwedîderketina li Şengalê banga tevlîbûna li çalakiyan kir. -
KCDK-E'yê li dijî êrîşan banga mezinkirina berxwedanê kir
KCDK-E'yê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd, banga mezinkirina berxwedanê kir. -
Çalakvanên Cenevreyê Bêrîtan bi bîr anîn
Di çalakiya rûniştinê ya li li bajarê Cenevre yê Swîsreyê de sembola Têkoşîna Azadiya Kurd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) hat bibîranîn. -
Lufthansayê heta destpêka sala 2025'an seferên li Tehran û Beyrûdê betal kir
Koma rêyên hewayî ya Elman Lufthansayê ji ber fikarên şer ê berfireh ê li Rojhilata Navîn, dema betalkirina seferên ber bi Tehran û Beyrûdê heta destpêka sala 2025'an dirêj kir. -
Koma Luzernê Nobeta Azadiyê dewr girt
Koma Luzernê di hefteya 644’an de Nobeta Azadiyê ku 12 sal in li Strasbourgê dewam dike, dewr girtin. -
KOMAW du rojan bi malbatên şehîdan re civiya
KOMAW’ê di navbera 19-20’ê Cotmeha 2024’an de bi malbatên şehîdan re li Kolnê civîn li dar xist. -
Li Skandînavyayê ji bo 2’yê Mijdarê banga çalakiyê hate kirin
NCDK'ê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Skandînavyayê dijîn kir ku di 2'yê Mijdarê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “jiyanê rawestînin.” -
Li Samosê keştiya penaberan binav bû: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Li girava Samosê ya Yewnanistanê ya li Derya Egeyê keştiyeke penaberan binav bû û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî hatin rizgarkirin. -
Li Berlinê salvegera PYD'ê hat pîrozkirin
Li Berlinê bi çalakiyekê 21’emîn Salvegera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hat pîrozkirin. -
Gerîlayên şehîd li St. Gallenê hatin bibîranîn
Şehîdên Azadiya Kurdistanê Tolhildan Andok, Rûstem Serhed û Hogir Botan li St. Gallenê hatin bibîranîn. -
Şehîdên Meha Cotmehê li Stockholmê hatin bibîranîn
Endama TJK-Y’ê Nûpel Mûnzûr di çalakiya bibîranînê de axivî û got: “Şopandina Şehîdên Meha Cotmehê bandoreke mezin li ser têkoşîna me ya azadiya jinê, artêşbûna me û asta me ya gerdûnî ya îro kir.” -
Şehîd Xwînda Çiya li Erfurtê hat bibîranîn
Şehîd Xwînda Çiya û Şehîdên Meha Cotmehê li Erfurtê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Balûken: Tecrîd li dijî aştiyê astengî ye
Siyasetmedar Îdrîs Balûken di civîna gel a li Berlinê de axivî û got: “Tecrîd yekane astengiya li pêşiya azadî û aştiyê ye. Eger aştiyek jidilî bê xwestin, divê deriyê Îmraliyê bê vekirin.” -
Li Liverpoolê standa 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' hat danîn
Di çarçoveya pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li navenda bajarê Liverpoolê stant hat danîn û çalakiyên çandî hatin lidarxistin. -
Li Frankfurtê şeva piştevaniya bi Yenî Ozgur Polîtîkayê re hate lidarxistin
Nûnera Çapemeniya Azad Yenî Ozgur Polîtîka ku bi dehan salan e li sirgunê weşanê dike, salvegera xwe bi şahiyekê pîroz kir. -
Şehîdên Meha Cotmehê li Hamburg û Dusseldorfê hatin bibîranîn
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ên di meha Cotmehê de şehîd bûne, li Hamburg û Dusseldorfê bi merasîmekê hatin bibîranîn.