EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Gießenê di çarçoveya pêngava azadiyê de panel hat lidarxistin
Li Gießenê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” civîna gel hat lidarxistin. -
Li Parîsê standa ‘Ji Rêber Apo re azadî’ hat danîn
Li banliyoya Corbeil a paytexta Fransa Parîsê, standa “Ji Rêber Apo re azadî” hat danîn. -
Li Sydneyê Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin
Li pêşiya Parlamentoya Eyaleta Gallera Nû (NSW) ya Sydneyê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û banga azadiyê hat kirin. -
KCDK-E’yê banga xwedîderketina li çalakiyên 12-13’ê Cotmehê kir
KCDK-E’yê banga xwedîderketina li çalakiyên 12-13’ê Cotmehê yên di pêşengtiya TJK-E’yê de li dijî Komploya Navneteweyî û tecrîda Îmraliyê bên lidarxistin, kir. -
Komploya 9’ê Cotmehê li Reimsê hat protestokirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajaê Reims ê Fransayê hate protestokirin. -
Li Krasnodarê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin
Kurdên li Krasnodarê bi daxuyaniyekê nerazîbûnên xwe yên li hemberî Komploya Navneteweyî nîşan dan û gotin: "Divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe û rêbertiya gelê xwe bike." -
Li Barcelona û Granadayê çalakiyên 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' li bajarên Barcelona û Granadayê semîner û çalakiyên hunerî hatin lidarxistin. -
Sendîkaya TUC a Skoçyayê ya xwedî 550 hezar endaman: Ocalan şervanekî azadiyê ye
Kongreya Yekîtiya Sendîkayan a Skoçyayê (STUC) nameyek ji Wezîrê Karên Derve David Lammy re şand û got: “Ji bo Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.” Ji STUC’ê Dave Moxham destnîşan kir ku Abdullah Ocalan şervanekî azadiyê ye. -
Komploya 9'ê Cotmehê li 3 bajaran hate şermezarkirin
Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Abdullah Ocalan de li Berlîn, Kassel û Grazê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Marsîlyayê meşa li dijî komployê
Ciwanên Kurd li Marsîlyayê bi meşeke meşaleyî li dijî komploya 9'ê Cotmehê meşiyan. -
Senator Gavan: Divê Abdullah Ocalan azad bibe, pêşengiyê ji danûstandinan re bike
Senator Paul Gavan got, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo misogerkirina aştî û edaletê ya ji gelê Kurdistanê re xwedî girîngiyeke esasî ye. -
Li Gävleyê ji bo du rojan kon hat vegirtin
Li Gävleyê ji bo du rojan kon hat vegirtin û pirtûkçeyên ku bi Swîsreyî û Îngilîzî behsa paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û broşurên der barê pergala qirker a Îmraliyê de hatin belavkirin. -
Li Brightonê semînera 'Konfederalîzma Demokratîk'
Ji aliyê Tora Piştgiriya Kurdan li bajarê Brighton ê Îngitereyê, semînerek bi navê "Konfederalîzma Demokratîk' hat lidarxistin. -
Li Bellinzonayê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş û mitîng hat lidarxistin
Li Bellinzonayê bi meş û mitîngekî pergala qirkirina Îmraliyê hate eşkerekirin û banga tevlîbûna meşa girseyî hat kirin ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kolnê bê lidarxistin. -
Komploya 9'ê Cotmehê li Solothurnê hat şermezarkirin
Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha1998'an ya ku ji derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir, li Solothurnê bi mîtîngekê hat şermezarkirin. -
Li Kopenhagê ji bo azadiya Abdullah Ocalan stand hat danîn
Li Kopenhagê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hat danîn. -
YJK-S’ê banga tevlîbûna meşa Baselê kir
YJK-S’ê diyar kir ku ew li hemû bajarên Swîsreyê bi çalakiyên cuda azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diqîrin û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku tevlî meşa mezin a Baselê bibin ku wê 12’ê Cotmehê bê lidarxistin. -
Li Zanîngeha Gotheyê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakî hat lidarxistin
Xwendarên ciwan ên jin li Zanîngeha Gotheyê ya li Frankfurtê broşur belav kirin û bi daliqandina stickeran paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin pergala komkujiyê ya Îmraliyê de tê girtin, dan nasîn. -
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Aarauyê stand hat danîn
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê di çarçoveya kampanyaya “Tirêjên Rojê” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Aarauyê stand danî. -
Li Îngiltere daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
Parêzvana mafê mirovan parêzer Margaret Owen ê tevlî çalakiya li ber parlamentoya Îngiltereyê bû, axivî û got: “Tekane hêvîya min ew e berî mirina xwe bibînim ku Abdullah Ocalan azad e û gelê Kurd di nav aşitiyê de dijî." -
Ji Senatoya Îspanyayê re pêşnûmaya Abdullah Ocalan
Koma Parlamentoyê ya Izquierdas por la Independencia ku yek ji alîgirên koalîsyona serbixwebûnê yê Parlamentoya Îspanyayê ye, ji bo nirxandina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêş kir. -
Li Melbourne komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
Li bajarê Melbourne yê Awustralyayê, komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. -
Li Berlînê îro pêşangeha ji portreyê Abdullah Ocalan tê vekirin
Li Berlînê îro pêşangeha hunermend Alî Zulfîkar a bi mijara ‘reflexion’ ku tê de portreyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih digire, tê vekirin. -
Li dijî komploya 27 salan şerê fikrî
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel şert û mercên giran ên êşkence û tecrîdê bi fikrên xwe berxwedaneke fikrî li dijî komployê da destpêkirin û li asta navneteweyî jî bû nîşaneya têkoşîna demokrasî û aştiyê. -
'Tirkiye bi tecrîdê hemû pîvananan binpê dike'
Hevsekreterê Giştî yê ELDH'ê Thomas Schmidt diyar kir ku hikumeta Tirk bi tecrîda taybet û cihêkar a li Îmraliyê re hem pîvanên navneteweyî hem jî qanûnên xwe binpê kiriye.