EWROPA
Hemû Nûçe
-
Di civînên gel de banga tevlîbûna li Pêngava Azadiyê hate kirin
Di civînên gel ên li navendên cuda ên Ewropayê de wiha hate gotin: “Em ê vê pêngavê bigihînin serkeftinê, Rêber Apo azad bikin û planên li ser Kurdistanê vala derxin.” -
Li Borlange Şehîdên Azadiyê hatin bibîranîn
Li bajarê Borlange yê Swêdê di şexsê Sabrî Tok, Dijwar Qamişlo, Orhan Bingol, Tekîn Goyî, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de Şehîdên Azadiyê hatin bîranîn. -
Li Berlînê kampanyaya ‘Tirêjên Rojê’: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
Di çarçoveya pêngva ‘Tirêjên Rojê’ de li qada Berlin-Potsdamer çalakiya deng û bangkirina gel hate lidarxistin. Susanne Roßling bang li CPT û hemû saziyên berpirsyar kir ku tavile tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin. -
Li Nice ji bo Rêberê Gelê Kurd meş hat lidarxistin
Li bajarê Nice ê Fransayê bi minasebeta protestokirina komploya 9'ê Cotmehê bi pêşengiya ciwanên Kurd meşeke girseyî hat lidarxistin. -
CDK-BS’ê birîfîng da partiyên Swîsreyî yên ku hatin serdana wan
Namzetên partiyên Swîsreyî di çarçoveya hilbijartinên parlamentoya Baselê çûn serdana CDK-BS’ê. Der barê pergala êşkence û tecrîda li Îmraliyê û pirsgirêka Kurd de agahî hatin dayîn û hat xwestin ku hesasiyetên gelê Kurd li ber çavan bê girtin. -
Dostên Kurdan ên Skoçyayê pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' silav kirin
Endama Tora Piştevaniya Kurdistanê Hazel Carlos diyar kir ku Abdullah Ocalan li dijî kapîtalîzmê têdikoşe û bal kişand ser girîngiya serketina pêngava cîhanê. -
Di civînên gel de banga mezinkirina Pêngava Azadiyê hat kirin
Di civînên gel ên li gelek navendên Ewropayê hatin lidarxistin de wiha hat gotin: "Em ê di vê pêngavê de bi ser bikevin, Rêber Apo azad bikin û lîstikên li ser Kurdistanê tên plankirin vala derxin.” -
Li Saarbruckenê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Di çarçoveya bîranîna şehîdên meha Cotmehê de çalakî hat lidarxistin. -
Nemir li Lozanê hatin bibîranîn
Ji bo cangoriyên ku li hemberî dagirkerî, înkar û komkujiyên ku li dijî gelê Kurd û Kurdistanê tên meşandin di demên cuda de bi fedaiyane li ber xwe dane, li bajarê Swîsreyê Lozanê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. -
Li Hambûrgê rojên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat lidarxistin
Di çarçoveya Rojên Ocalan ên Cîhanê de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin. -
Fedaî li Parîsê hatin bibîranîn
Di şexsê endamên Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên ku 1'ê Cotmeha 2023'yan de çalakiya fedaî pêk anîbûn, Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn. -
TEV-ÇAND li Kolnê çalakî li dar xist
TEV-ÇAND’ê li ber Dêra Domê ya Kolnê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku êdî dem hatiye ku têkoşîna li dijî komploya ku bi salan e tê meşandin bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tacîdar bikin. -
Vê carê hewl dan Nav Berlînê bişewitînin
Navenda Nav Berlînê ku duhî bi serdegirtina polîsan re rû bi rû ma, îro jî hewl dan bişewitînin. Dema ku kesên li lokalê ew ferq kirin erîşkar ketin panîkê û rêviyan lê nehatin girtin. -
NAV-BEL: Heta Rêber Apo azad bibe em ê li kolanan bin
Hevserokê NAV-BEL'ê Torî Orak li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Liege daxuyanî da û got: “Heta Rêber Apo azad nebe, ne pêkan e pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibe. Em li dijî tecrîd û êşkenceyê li qadan e.” -
Pêkhateyên CDK-S’ê ji bo meşên Basel û Kolnê hatin ba hev
Pêkhateyên CDK-S'yê ji bo plankirina pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” hatin ba hev û ji bo meşên dê 12'ê Cotmehê li Baselê û 16'ê Cotmehê li Kolnê bên lidarxistin bangawaziya tevlêbûnê kirin. -
FED-KURD serdegirtina polîsan a li ser Nav-Berlînê şermezar kir
FED-KURD'ê daxuyand ku serdegirtina polîsan a li ser Nav-Berlînê rasterast hedefgirtina têkoşîna demokratîk û mafê rêxistinbûyîna gelê Kurd en û bang li hikûmet û rayedarên Elman kir ku li hember mafên rewa yên demokratîk ên gelê Kurd rêzdar bin. -
Tecrîd li Romayê hate şermezarkirin
Li paytexta Îtalya Romayê, endamên Komîteya Jineolojiyê ya Îtalyayê û Frenta Murgeera, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd xwepêşandanek lidar xistin. -
Li Swêdê çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan
Li paytexta Swêd Stockholmê Kurdan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tûra keştiyê, li bajarên Helsingborg û Västerås'ê jî çalakiyên cuda lidar xistin. -
Li Marsîlyayê ji tora Jineolojiyê û koroyek hêrêmî çalakiya hevpar
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê endamên koroyek herêmî û tora Jineolojiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin. -
Rojên Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re
Di çarçoveya rojên çalakiyê yên navneteweyî de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, li paytexta Yewnanistan Atînayê çalakî pêk hat. -
Li kantona Ticino ya Swîsreyê komeleya DEM-KURD'ê hate vekirin
Li kantona Ticino ya Swîsreyê ku zimanê xwe Îtalî ye, Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk (DEM-KURD) ava bû. Ji bo komeleyê li bajarê Bellinzonayê buroyek hate vekirin. -
Li St Gallenê panel û pêşangeha Sosyalîzma Demokratîk
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê bi mijara 'Rêbertî û Sosyalîzma Demokratîk' panelek û bi mijara 'Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava' pêşangeheke wêneyan hatin lidarxistin. -
Yilmaz: Serdegirtin nîşaneya polîtîkayên zordar ên li Tirkiyeyê ye
Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz ku piştî serdegirtina li Navenda Civaka Demokratîk a li Berlînê hate binçavkirin û piştre hate berdan, diyar kir ku serdegirtin nîşaneya polîtîkayên zordar ên li Tirkiyeyê ye. -
Li Freiburg û Kasselê stand hatin danîn
Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li bajarên Freiburg û Kasselê stand hatin danîn. -
Kampanyaya "Tîrêjên Rojê” li Bîelê bi çalakiya standê dewam kir
Di çarçoveya kampanya “Tîrêjên Rojê” ya ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hatiye destpêkirin, îro standa agahdarkirinê hat vekirin.