EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ciwanên ji Munihê Nobeta Azadiyê dewr girtin
Ciwanên ku Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 640’emîn de dewr girtin, bang li ciwan û gelê Kurd kirin û gotin, “Li her derê xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Heta ku Rêbertî azad nebe dev ji xebatên xwe bernedin.” -
Li Zurîhê ji bo Şehîd Hebûn Pîro sersaxî û bîranîn hat lidarxistin
Hebûn Pîro yê ku beriya hefteyekê di encama êrîşên dewleta Tirk de bi hevrêyê xwe Botan Osyan li Amedê şehîd bû, hat bibîranîn û sersaxî hat qebûlkirin. -
Kurdistanî bi rengên xwe beşdarî festîvala Ticinoyê bûn
Festîvala Çanda Gel a 2024'an a ku ji aliyê Şaredariya Locarnoyê ve hat organîzekirin, Kurdan bi berhemên ku çanda xwe nîşan didin beşdarî festîvalê bûn û li ber stranên berxwedanê govend gerandin. -
Şehîd Harûn Mîra li Bordeauxê hat bibîranîn
Harûn Mîra yê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Bordeauxê hat bibîranîn. -
KCDK-E'yê ji bo 32’yemîn Festîvala Çanda Kurd peyama ‘spasiyê’ da
KCDK-E'yê daxuyand ku bi deh hezaran kesên ji dehan welatên Ewropayê beşdarî festîvalê bûne bi coşeke mezin qîriyan ku ew ji bo qonaxa nû ya pêngavê amade ne û spasiya gelê Kurd û dostên wan ên Kurd ên ji bo festîvalê seferber bûne kir. -
Welatparêzê Êzidî Xebat Agirman jiyana xwe ji dest da
Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Xebat Agirman (57) ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. -
32’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bû
32’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku bi deh hezaran kes ji çar aliyên Ewropayê beşdar bûn, bi dirûşmeyên berxwedanê bi dawî bû. -
KJK: Wê azadî bi ser bikeve!
KJK’ê bal kişand ser berxwedana fedayiyane ya gerîla û berxwedan û xweparastina gerîlayên jin ku bi îradeyeke mezin pêşengiyê jê re dikin silav kir û got, “Wê azadî bi ser bikeve!” -
'Ewlehiya jiyana Îdrîs Kaplan di xetereyê de ye, divê demildest bê berdan'
Şahîn Polat bertek nîşanî ragirtina Kaplan a li navenda dersînorkirinê da û got, "Eger wî bişînin Tirkiyeyê wê bê girtin û muameleya xerab lê bikin”. Yves-jean Gallas jî got: "Divê Fransa li gorî peymana parastina penaberan tevbigere." -
KCK: Pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” wê bi ser bikeve
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku qada Ewropayê weke dengê têkoşîna gelê Kurd a ku ji cîhanê re vedibe roleke navendî dilîze û destnîşan kir ku pêngava gerdûnî ya "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" wê bi ser bikeve. -
Çalakvanên Meşa Dirêj: Em ê êrîşan têk bibin
Çalakvanên Meşa Dirêj bal kişandin ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û ev peyam dan, “Gelê Kurd wê bi feraseta şerê şoreşgerî hemû êrîşan têk bibe. Bi berxwedana ciwanên Kurd wê qirkirin û dagirkerî were dawîkirin.” -
Festîvala Çandî: Em ê têkoşîna xwe bi ser bixin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser Meşa Dirêj ku li Elmanyayê ji aliyê ciwanan ve hat lidarxistin û wiha got, “Em amade ne, em ê têkoşîna xwe bi pêşengiya jin û ciwanan bi ser bixin.” -
Festîvala Çandê: Ji bo Îmraliyê divê demildest gav bê avêtin
Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya LI Frankfurtê de axivî, nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê da û bang kir ku her kes demildest li dijî tecrîdê bikeve nava liv û tevgerê. -
Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd destpê kir
32’yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd, ku yek ji mezintirîn çalakiya çandî ya Kurdên li Ewropayê ye, îsal bi dirûşmeya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” li parka Rebstockê ya Frankfûrtê destpê kir. -
Kurd û dostên wan berê xwe didin festîvala li Frankfurtê
32’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku merasîma çandî ya herî mezin a Kurdan a li Ewropayê ye, îsal bi şîara “Em tecrîd û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin” hate organîzekirin. -
Meşa Dirêj a ciwanan bi dawî bû
Çalakiya Meşa Dirêj a ji aliyê tevgerên ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonal ve li Bîelefeldê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li bajarê Duisburgê bi dawî bû. -
Ji Konseya Ewropayê hişyariya 'Abdullah Ocalan': Divê gav bê avêtin
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara 'binpêkirinê' ya DMME'yê ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû nirxand û xwest, ji bo bi cih bê anîn tavilê tedbîrên pêwîst bêne wergirtin û gavên şênber bêne avêtin. -
De Conca: Bêdeng in ji ber ku ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin!
Dr. Massimiliano De Conca diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê meseleyeek mirovî ye û got, "Li hemberî tecrîdê bêdeng in, ji ber ku ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin." -
Meşa Dirêj li Essenê dewam kir
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hatiye destpêkirin di roja çaremîn de li bajarê Essenê berdewam kir. -
Sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan bang li saziyên navneteweyî û dewletan kirin ku ji bo dawî li sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên weke kuştin, girtin, sirgûnkirin, êşkence, destavêtin, talankirin û revandinê gava bavêjin. -
Li Parîsê kampanyaya azadiya Fîgen Yuksekdag û girtiyên Kobanê
Jinên endamên SKB, ZORA û TSP’ê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Fîgen Yuksekdag û girtiyên Kobanê re azadî’ li qada Chaleletê stand vekirin û piştevaniyê birêxistinkirin. -
YJK-E: Ji bo Rêbertî beşdarî festîvalê bibin
YJK-E’yê bang li her kesî kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedî li çand û zimanê xwe derkevin beşdarî Festîvala Çanda Kurd bibin. -
Li Fransayê penaberekî Kurd ji bo dersînorkirinê hat binçavkirin
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), destnîşan kir ku hemû mafê penaberê Kurd Îdrîs Kaplan hatine binpêkirin û hewl tê dayîn bê dersînorkirin û vê rewşê bi tundî şermezar kir. -
Elmanya dixwaze Selahattîn Erkûl radestî Tirkiyeyê bike
Selahattîn Erkûl ku li Tirkiyeyê bi hinceta endamtiya rêxistinê û propagandakirinê tê darizandin, danê siharê ji bo ku ji Tirkiyeyê re bê radestkirin, ew anîn balafirgeha Hamburgê. -
Biryara Norwecê ya têkildarî çekhinardekirinê li Osloyê hate protestokirin
Biryara Norwecê ya ji nû ve hinardekirina amûrên parastinê ya ji bo Tirkiyeyê, li Osloyê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li pêşiya parlamentê hate protestokirin.