EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji çalakvanên Meşa Dirêj bîranîna şehîdan
Ciwanan ku roja sêyemîn a meşê li Dortmûndê dewam kirin, ji bo bîranîna şehîdan çalakiyek lidar xistin. Di bîranînê de soz hate dayin ku têkoşîna şehîdan hîn bêhtir bi pêş ve bibin. -
Jîna Emînî li Sydneyê hat bibîranîn
Jîna Emînî di duyemîn salvegera qetilkirina xwe de li bajarê Sydney ê Awusturyayê bi çalakiyeke hat bîranîn. -
Komkujiya li Efrînê li Zurihê hat protestokirin
Kurdên li Zurîhê komkujiya dewleta Tirk a li Efrînê protesto kirin. -
Meşa Dirêj di roja xwe ya 3’emîn de li Dortmundê dewam dike
Meşa Dirêj ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê dan destpêkirin, di roja xwe ya 3’emîn de li Dortmundê dewam dike. -
KCDK-E: Em li dijî tecrîd û qirkirinê werin ba hev
KCDK-E’yê ji bo 32’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li dijî tecrîd û qirkirinê, banga seferberiyê kir û ji bo tevlîbûnê guzergeha rê eşkere kir. -
Welatparêzê Kurd Îsmet Tîmurturkan jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurdistanî Îsmet Tîmurturkan ê li Elmanyayê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. -
Divê gelê Kurd li hemberî êrîşên dagirkeriyê bêdeng nemîne
Hunermend Xelîl Xemgîn bi navê Înîsiyatîfa Hunermendên Kurd daxuyaniyek da û bang li gelê Kurd bi taybetî jî xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. -
KNK: Li hemberî êrîş û terora dewleta Tirk rawestin
KNK'ê di salvegera qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun de bang kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker helwestek bê nîşandan. -
FED-KURD’ê ji bo mîhrîcana li Frankfurtê banga kir: Werin em peyameke dîrokî bidin
FED-KURD’ê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna 32’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî kir û got: "Werin em li qada mîhrîcanê peyameke dîrokî bidin." -
Adem Uzun ji NY’ê bang kir: Li Îmraliyê tu hiqûq pêk nayên!
Siyasetmedarê Kurd Adem Uzun ê di konferansa li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî, diyar kir ku li Îmraliyê pergala êşkenceyê hatiye avakirin û bang li NY’ê kir ku demildest serdana Îmraliyê bike. -
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd di roja 2’emîn de ye
Meşa ku ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de li Hammê didome. -
Roja destpêkê ya Meşa Dirêj bi semînerê qediya
Çalakgeran ku roja destpêkê ya Meşa Dirêj li ber HBF a Bîelefeldê qedandin, danê êvarê semînera 'Jin, Jiyan, Azadî' lidar xistin. -
Şehîdên Xakurkê li Parîsê hatin bîranîn
Sê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn hatin bîranîn. -
Jîna Emînî li Strasbourgê hat bibîranîn: Jin, Jiyan,Azadî qirîna serhildanê ye
Jîna Emînî di duyemîn salvegera qetilkirina xwe de li Strasbourgê hat bibîranîn. Jinan diyarkirin ku Tevgera Jin, Jiyan, Azadî qirîneke serhildanê ya hemû bindestên li Îran û seranserê cîhanê ye û banga mezinkirina têkoşînê kirin. -
KOMAW’ê banga tevlîbûna mihrîcana li Frankfurtê kir
KOMAW'ê bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlîbûna 32’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a li Frankfurtê bê lidarxistin kir. -
Li Helsinkiyê çalakiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Bi boneya 2'yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê li navenda Helsînkiyê çalakî hat lidarxistin. -
KCÊ-E'yê banga tevlîbûna festîvala Frankfurtê kir
KCÊ-E’yê banga tevlîbûna li Festîvala Çanda Kurd kir ku wê 21’ê Îlonê li Frankfurtê were lidarxistin û got, "Beşdarbûna festîvalê erkeke welatparêziyê ye û divê her welatparêzek bi erkê xwe rabe." -
Ciwanan dest bi Meşa Dirêj kirin: Azadî bi berxwedanê pêkan e
Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, Meşa Dirêj destpê kir. Ciwanan got: “Azadî bi berxwedanê pêkan e.” -
Zêdeyî 1500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Îmraliyê bang kirin
Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 1500 parêzer û saziyên hiqûqê mohra xwe danîn binê nameyekê û ji Wezareta Edaletê ya Tirk re şandin. -
Elmanya kontrolên li ser sînor ji nû ve da destpêkirin
Hikûmeta Elmanyayê di bin navê têkoşîna li dijî koçberiya bê rêk û pêk de, wê di navbera 6 mehan de kontrol li hemû sînorên xwe ku dibe mijarê nîqaşan, pêk bîne. -
CÎK’ê banga tevlîbûna Festîvala Çanda Kurdî kir
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) diyar kir ku tevlîbûna Festîvala Çanda Kurdî ku mezintirîn hevdîtina Kurdên li Ewropayê ye, pêwîstiyeke xwedîlêderketina azadî û nirxên çandî ye. -
TJK-E’yê nameya derbarê Abdullah Ocalan, ji endamên KE’yê re şand
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di nameya ku ji endamên Konseya Ewropayê re şandî de, ji wan xwest ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berpirsyariyên xwe bi cih bînin. -
Hiqûqnas Urs Matsinger: Abdullah Ocalan sîstema nû ya cîhanê hejand
Hiqûqnasê Swîsreyî Urs Matsinger anî ziman, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê zanistiya civakî ve karên gelekî cidî kiriye; sîstema nû ya cîhanê hejandiye û vê yekê di bin tecrîdê de dike. -
Di festîvala Marsilyayê de xwedî li ‘Pêngava Azadiyê’ hat derketin
4’emîn Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” li bajarê Marsilya yê Fransayê hat lidarxistin. -
Li Hamburgê civîna gel: Divê em li dijî tecrîdê qiyametê rakin
Siyasetmedar Dr. Îdrîs Balûken ê ku beşdarî civîna gel a li Hamburgê bû, diyar kir tecrîd li pêşiya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd astengiya herî mezin e. Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut jî got, "Divê em li dijî tecrîdê qiyametê rakin."