BI DÎMEN

Li Zanîngeha Gotheyê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakî hat lidarxistin

Xwendarên ciwan ên jin li Zanîngeha Gotheyê ya li Frankfurtê broşur belav kirin û bi daliqandina stickeran paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin pergala komkujiyê ya Îmraliyê de tê girtin, dan nasîn.

Xwendarên ciwan ên jin li Zanîngeha Gotheyê ya li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, broşurên ku behsa paradîgmayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin belav kirin. Li qadên ku sîrkulasyon lê zêde jî stickerên bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li derdorê daliqandin.