EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji siyasetmedarên Katalan ji Serokwezîrê Spanyayê re nameya ‘Rojavayê’
Wezîrê Aborî û Fînansê yê Katalanyayê Pere Aragonès, ji Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sánchez re nameyek nivîsî û daxwaz kir ji bo ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxilî pêvajoya avabûna dahatûya Sûriyeyê bibe, bi awayekî çalak bixebite. -
Kurdistanî û dostên wan li Duisburgê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Duisburg ê Elmanyayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan û berxwedana gelên Rojava silav kirin. -
TJK-E’yê banga beşdarbûna çalakiyên di 13, 14 û 15’ê Kanûnê de kir
TJK-E’yê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava bang li her kesî kir ku di 13- 14 û 15’ê Kanûnê de beşdarî çalakiyên li Ewropayê bên lidarxistin, bibin. -
FED-KURD: 14’ê Kanûnê em beşdarî çalakiyên ji bo Rojava bibin
FED-KURD’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî da û got, “14’ê Kanûnê em beşdarî çalakiyan bibin û xwedî li Rojava derbikevin.” -
Serokwezîrê nû yê Fransayê François Bayrou ye
Li Fransayê piştî ku hikumet di 4'ê Kanûnê de ket Macron ji bo serokwezîrtiyê François Bayrou hilbijart. -
Li Hamburgê ji bo Rojava meş
Li Hamburgê endamên TCŞ’ê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava, meşiyan. -
Li Villiers Le Belê êrîşên qirkirinê hatin protestokirin
Li banlîyoya Villiers Le Belê ya Parisê, êrîşên qirkirinê bi meşekê hat protestokirin û banga tevlêbûna meşa wê roja şemiyê ji bo Rojava bê lidarxistin hat kirin. -
Li Stuttgartê çalakiya konvedanê di roja 2’emîn de berdewam dike
Li Stuttgartê çalakiya konvedanê ya li dijî êrîşên li ser Rojava hatibû destpêkirin di roja 2’emîn de berdewam dike. -
Li Evryê ji bo Rojava stand hat danîn
Jinan li banliyoya Evry a Parîsê stand vekirın û gotin: “Em di her derfetê de ji raya giştî ya cîhanê re behsa heqîqeta Rojavayê bikin û bînin ziman ka çima hêzên dagirker dixwazin Şoreşa Rojavayê tune bikin.” -
Peyama ji bo hikûmeta Danimarkayê: Demildest xwedî li Rojava derkevin
Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava li pêşiya Parlamentoya Danimarkayê li hev civiyan û ev bang li hikûmetê kirin, “Demildest xwedî li Rojava derkevin.” -
Welatparêz û dilxwaza civaka xwe Hediye Alin koça dawî kir
Welatparêz û dilxwaza civaka Êzidî Hediye Alin ku xwişka Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bû, koça dawî kir. -
Endamtiya Romanya û Bûlgaristanê ya ji bo Schengenê hat qebûlkirin
Piştî pêvajoya serlêdanê ya 13 salan, ji Romanya û Bûlgaristanê re endametiya tam a Herêma Schengenê hat dayîn. -
Li Draguignan û Montpellierê dagirkerî hate şermezarkirin
Li bajarên Draguignan û Montpellierê yên Fransayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. -
Nobeda li Strasbourgê di hefteya 651'ê de ye
Nobeda ji bo azadiya Rêber Apo li Strasbourgê dewam dike di hefteya 651'ê de ye. -
Nîlufer Koç: Dewleta Tirk li ser paşeoja herêmê gefa herî mezin e
Nîlufer Koç li ser paşeroja Kurdan a li Sûriyeya nû axivî û bi bîr xist ku Erdogan dixwest li Kobanê nimêjê bike û got, "Bi hêza xwe em dikarin planên qirkirinê yên dewleta Tirk têk bibin." -
TCŞ Hamburg: Berxwedana gel wê bi ser bikeve
Ciwanên ku ji Hamburg Stubenplatzê heta Mitte Rathausê meşiyan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava protesto kirin. -
Li Churê ji bo Rojava çalakî hat lidarxistin
Li Churê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava çalakî hat lidarxistin û peyama, “Çi dibe bila bibe em ê tevî her tiştî Şoreşa Rojavayê biparêzin” hat dayîn. -
Li Stuttgartê konê agahdarkirinê ya ji bo 3 rojan hate vedan
Li Stuttgartê bi pêşengiya DKTM’ê ji bo balê bikşînin ser sûcên şer û mirovahiyê yên li Rojava û piştevaniyê birêxistin bikin, konê agahdarkirinê ya ji bo 3 rojan hate vedan. -
Li Mulhousê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên paramîlîter ên li ser Rojava li Mulhousê hatin protestokirin. Di çalakiyê de banga xwedîlêderketina Rojava hate kirin. -
Li Mantes la Jolieyê berxwedana Rojava hat silavkirin
Li Mantes la Jolieyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hat protestokirin û berxwedana Rojava hat silavkirin. -
Li Parisê êrîşên li ser Rojava hat protestokirin
Li bajarokê Ris Orangis ê paytexta Fransa Parîsê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin protestokirin û ev peyam hate dayîn, “Rojava rûmeta me ye.” -
Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
Jinên Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kirin û gotin, “Li diî sûcên şer û mirovahiyê demildest tedbîr bigirin.” -
Kurdistanî ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan: Ji êrîşên Rojava re bêdeng nemîne
Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs diyar kir ku eger êrîş neyên rawestandin wê trajediya mirovahiyê çêbibe û xwest PE’yê rola xwe bilîze. -
Li Hollandayê jinek ji ber kolekirina jineke Êzidî hate cezakirin
Li Hollandayê, jinek ji ber sûcdariya ku dema li nava DAÎŞ'ê bû jineke Êzidî weke kole bi kar anî, bi 10 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin. -
Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Êrîş û sûcên dijmirovahiyê yên dewleta Tirk a ku bi xwedîkirina çeteyên terorîst ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bûye gefeke mezin, li gelek bajaran hatin şermezarkirin.