Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Kurdistanî û dostên wan li Duisburgê li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Duisburg ê Elmanyayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan û berxwedana gelên Rojava silav kirin.

Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburg, Meclîsa Jınê ya Şehîd Asya Yuksel, TCŞ, ATIK û AGIF’ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava li pêşiya Hauptbahnhofê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê saziyên beşdarî mîtîngê bûn, axaftin hatin kirin.

Di axaftinên çalakiyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker careke din di çarçoveya polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurd de êrîşên xwe yên hovane yên li dijî gelê Kurd a li Rojava didomîne. Dewleta Tirk a dagirker ku keysa xwe ji hilweşandina rejîma Baasê re anî, ji bo tunekirina Şoreşa Rojava bi hovane êrîş dike. Dewleta Tirk ku bi eşkere bi terorîstên cîhadîst re hevkariyê dike, hem peymanên navneteweyî tune dihesibîne û hem jî sûcê mirovahiyê dike. Tevahî cîhan bi taybet Ewropa û DYE li hemberî qirkirina Kurdan a dewleta Tirk bêdeng in. Kurdan li Rojava çeteyên DAÎŞ’ê têk biribûn û cîhanê rizgar kiribûn. DAÎŞ ji nû ve zindî dibe û cîhan ji vê yekê re bêdeng e. Banga me ji bo hemû raya giştî ya navneteweyî; li dijî êrîşên dewleta Tirk û DAÎŞ’ê demildest gavekî biavêjin. Em Kurdistanî û dostên wan heta ku êrîş bi dawî bibin wê çalakiyên me bidomin.”

Di dewama axaftinan de wiha hate gotin: “Em berxwedana QSD’ê û gel a li dijî êrîşan silav dikin. Divê em li dijî hewldanên dagirkeriyê yên li dijî Rojava li her qadê dengê xwe bilind bikin. Divê her deqîqe, her kêlî guh bidin dengê ku ji Rojava tê.”

Çalakvan banga rawestandina êrîşên Tirkiyeyê kirin û rexne li bêdengiya DYE û Ewropayê kirin. Di tevahiya mîtîngê de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” ve “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.