EWROPA
Hemû Nûçe
-
Parlamentera Awûstûryayî Meri Disoski: Li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bêdeng nemînin
Berdevka Polîtîkaya Derve û Ewropayê ya Partiya Kesk a Awûstûryayê Meri Disoski ji bo piştgiriya bi Kurdan re bang kir û xwest, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêdeng nemînin. -
Li stasyona trenê ya Marsîlyayê çalakiya bêîtaetiya sivîl hat lidarxistin
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Rojava, li stasyona trenê ya Marsîlyayê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn. -
Li Balafirgeha Parîsê ciwanên çalakger hatin binçavkirin
Ciwanên ku ji bo balê bikişînin ser êrîşên dagirkeriyê li Balafirgeha Parîsê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin, bi provokasyona nijadperestên Tirk hatin binçavkirin. -
Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang li Konseya Federal kirin: Bikevin nava tevgerê!
Parlamenterên Swîsreyî bal kişandin ser metirsiya li ser hindikahiyên li Rojava û bang li Konseya Federal kirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bikeve nava liv û tevgerê. -
Li Berlînê çalakiya piştevaniya bi Rojava re
Li paytext Berlînê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de banga xwedîlêderketina li Rojava hate kirin. -
Enternasyonalîstan ketin salona rûniştinê ya PE’yê: Ji Rêber Apo re azadî!
Ciwanên enternasyonalîst ketin salona rûniştinê ya li Parlamentoya Ewropayê û azadiya Rêber Apo xwestin. -
Bi boneya Komkujiya Mereşê li Neteweyên Yekbûyî panel û daxuyanî hat dayîn
Li salona çapemeniyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser dîrokî, siyasî û bandorên hawirdorê yên Komkujiya Mereşê panel hat lidarxistin. Piştî wê li ser girîngiya rêxistinbûna li ser esasê xweparastinê ya li dijî komkujî û êrîşên dagirkeriyê daxuyanî hat dayîn. -
Li Ewropayê banga mezinkirina berxwedanê
Li sê bajarên cuda di çalakiyan de bang hate kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne rawestandin û berxwedana Rojava hate silavkirin. -
François Hollande: Hişyar dikim, êrîşek li ser Kurdan nayê qebûlkirin!
Serokkomarê berê François Hollande diyar kir ku êrîşên li ser Rojava nayên qebûlkirin û got, "Bitenêhiştina Kurdan nikarim ji nedîtî ve bêm. Hişyar dikim. Fransa û koalîsyona navneteweyî neçar in ku Kurdên li Sûriyeyê biparêzin." -
Ji TCŞ’ê li Hamburgê li dijî êrîşên dagirkeriyê biryara çalakiyên domdar
TCŞ’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê yên girêdayî wê yên li ser Rojava meşek li dar xist û li Hamburgê biryara çalakiyên domdar da. -
Şehîd Derwêş, Pîran û Diljîn li Atinayê hatin bibîranîn
Şehîdên Azadiya Kurdistanê Derwêş Çiya, Pîran Suweyda û Diljîn Bêlatî yên li Herêmên Parastinê yên Meydayê şehîd bûbûn, li Atinayê hatin bibîranîn. -
Ciwanên enternasyonalîst ketin avahiya ZDF’ê: Bila statuya Rojava bê naskirin
Ciwanên enternasyonalîst ketin avahiya ZDF’ê û xwestin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada navneteweyî bê naskirin û bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê. -
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY'ê: Ruhê berxwedana Kobanê wê hemû êrîşan têk bibe
Di çalakiya Cenevreyê de ku ev 4 sal in didome, vê hefteyê rojev êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyan bû. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku Kobanê sembola mezinbûna nirxên gerdûnî ye û banga 'yekîtî'yê li partiyên Kurdan hate kirin. -
Nameya ji 32 saziyan: Rîsk ne tenê li ser Rêveberiya Xweser e, li ser tevahiya cîhanê ye!
Sazî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Spanyayê bi armanca piştgiriya bi gelê Kurd re nameyek ji hikumeta Spanyayê re şandin. -
Cejna Êzî wê li Elmanyayê bi şahiyan bê pîrozkirin
Civaka Êzidî ku di roja duyemîn a rojiya Êzî de ye, roja Înê wê cejna Êzî pîroz bike. Li Elmanyayê wê li gelek bajaran şahîd bêne lidarxistin. -
Kurd wê li Parîsê li dijî komkujiyan dakevin qadan
TJK-F û CDK-F'ê bernameya çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê eşkere kirin û banga tevlîbûnê kirin. -
Parlamentoya Swîsreyê qirkirina Êzidiyan nas kir
Meclisa Federal a Swîsreyê bi piraniya dengan pêşnûmeya ku qirkirina Êzidiyan nas dike qebûl kir. Di pêşnûmeyê de ji Konseya Federal a Swîsreyê tê xwestin ku ji bo tazmînata sûcên hatine kirin kampanyayek navneteweyî bê meşandin. -
Êrîşên dagirkeriyê li Drauginanê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Draguignanê ji aliyê Kurdan û dostên wan ên Fransî ve bi meşekê hatin şermezarkirin. -
Li Frankfurtê ZMRK hat avakirin
Li Frankfurtê Konseya Mafên Miroovan a Navendî ya Kurdên Elmanyayê (ZMRK) bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanî bi çalakiyekî damezrandina xwe ragihand. -
Şandeya Rêveberiya Xweser li Parlamentoya Ewropayê dest bi hevdînan kir
Şandeyek ku di nav de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heye bi parlamenterên Parlamentoya Ewropayê û komên li parlamentoyê re dest bi hevdîtinan kir. -
Êrîşên li ser Rojava li Sydneyê hatin protestokirin
Li Sydneyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û banga parastina Rojava hat kirin. -
Li Siegenê Asya Alî û Rojger Hêlîn hatin bîranîn
Li bajarê Siegen ê Elmanyayê Asya Alî û Rojger Hêlîn ên ku li TUSAŞ a li Enqereyê çalakiya fedayî kirin û Medya Egît, Jiyan Cûdî û Jiyan Herdem ên ku di demên cuda de şehîd bûne, hatin bîranîn. -
YE, wê ji bo hevdîtina bi HTŞ’ê re dîplomatekî bişîne Şamê
YE, wê ji bo hevdîtina bi HTŞ’ê re ku li Sûriyeyê hikûmeta demkî ava kiriye, dîplomatekî bişîne Şamê. -
Li Viyanayê 'Herêma Ewle ya ji bo Demokrasiyê'
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li ber Sefaretxaneya Tirk a li Viyanayê bi rengekî sembolîk 'Herêma Ewle ya ji bo Demokrasiyê' hate avakirin. -
Li Toulouse’yê çalakiya ji bo piştevaniya Rojava
Bi mîtînga ku li Toulouse hatî lidarxistin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin û bang hate kirin ku piştevaniya ji bo Rojava bê mezinkirin.