Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

YE, wê ji bo hevdîtina bi HTŞ’ê re dîplomatekî bişîne Şamê

YE, wê ji bo hevdîtina bi HTŞ’ê re ku li Sûriyeyê hikûmeta demkî ava kiriye, dîplomatekî bişîne Şamê.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku ew ê ji bo ku bi rasterast bi Heyet Tahrir el-Şamê (HTŞ) re hevdîtinê pêk bîne, dîplomatekî bişîne Şamê. Hate zanîn ku Alîkara Serokê Komîsyona Ewropayê Kaja Kallas, ji bo ku bi rasterast bi Heyat Tahrir el-Şamê  (HTŞ) re hevdîtin pêk were, telîmat daye dîplomatek payebilind.

Hate ragihandin heyeta ku wê biçe Şamê wê bi gelê herêmê re jî hevdîtinan pêk bîne.

Kaja Kallas bi bîr xist ku HTŞ hê jî rêxistineke ‘’terorî ye’’ û got, divê were zanîn ku HTŞ wê bikaribe li Sûriyeyê hemû kêmaniyan biparêze û li herêmê aramiyê dabîn bike yan na.

Kaja Kallas da zanîn ku girîngiya tiştên tên gotin tune ye û ew ê li rewşa herêmê ya heyî binêrin.