Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

46'emîn salvegera damezirandina PKK'ê li Monchengladbachê hat pîrozkirin

Meclîsa Gel a Demokratîk a Dusseldorfê di çarçoveya pîrozbahiya 46'emîn salvegera damezrandina PKK'ê de li bajarê Elmanyayê Monchengladbachê şahiyek li dar xist.

Çalakî li Salona Kumsalê hat kirin û salon bi wêneyên Rêber Apo, şehîdên pêşeng ên PKK'ê û alayên PKK'ê hat xemilandin. Şahî piştî deqîqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û bi sedan Kurdistanî beşdar bûn.

Endama Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Medya Botan di şahiyê de axivî û got, "Ev roj li Rêber Apo, li gerîlayên li çeperên berxwedanê, li malbatên şehîdan û li gelê me pîroz be." Botan, anî ziman ku Tevgera Azadiya Kürdistanê di demên gelekî zehmet de derketiye holê û wiha got: “Dema ku PKK’ê bi 7 hevalên xwe re dest bi têkoşînê kir, kesî navê Kurdî jî nedigot. Demeke wiha bû ku mirov ditirsiya li mala xwe jî bibêje ez Kurd im. Loma îro li dinyayê kesekî ku Kurd û Kurdistanê nas neke nemaye. Ev encama hêz û têkoşîna PKK’ê ye. PKK’ê di têkoşîna xwe ya 46 salan de serkeftinên mezin bi dest xist. Bi taybetî gelê Kurf bi têkoşînê gelek şoreş pêk anîne. Di serê van şoreşan de şoreşa hişmendî, ruhê tevgera hevpar, hişmendiya yekîtiya Kurdan û ya herî girîng jî şoreşa jin û civakî tê. Îro jin û dayikên Kurd li her qadê pêşengiya têkoşînê dikin. Ev şoreşeke mezin e ku bandora wê li hemû cîhanê tê hîskirin. Rêber Apo ev rewş wiha pênase kiriye, “Partiya me her dem partiya jinan û partiyeke civaka şoreşger e.”

Em van destkeftiyan deyndarê şehîdên xwe ne. Em Mahsûm Korkmaz, Ferhat Kûrtay, Sakîne Cansiz, Bêrîtan, Arîn Mîrkan, Viyan Soran û hevalên me yên şehîdên enternasyonalîst ên li seranserê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û bi minetdarî li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînin. Em ê wan di hemû kêliyên jiyana xwe de bi minetdarî bi bîr bînin. Em şopdarên xeta wan in û em li ser vê xetê têkoşîna xwe didomînin. Têkoşîna ku îro bi pêşengiya Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistanê didome, ya li Zap, Qendîl, Metîna û herêmên din ên gerîla, ya ku li Minbicê û gelek deverên Rojavayê didome destkeftiyên vê xet û mîrateyê ne.”

Piştre hunermend Navdar û Ayda derketin ser dikê. Kurdistaniyan li gel konsera muzîkê govend gerandin û bi bilindkirina dirûşmeyên "Bijî PKK" û "Bijî Serok Apo" şahiya xwe kirin. Piştî guhdariya muzîkê sînevîzyona ku dîroka PKK'ê nîşan dide hat nîşandan.

Wek stranbêj Hozan Şemdîn, Kanî Bîlal, Berxo, Rêber Serhed û koma herêmî Koma Awazên Jiyanê derketin ser dikê. Şahî dirûşmeyên silavê didin PKK’ê bi coşeke mezin bi dawî bû.