Salek cezayê hepsê li Nîcolas Sarkozy hate birîn
Serokkomarê berê yê Fransayê Nîcolas Sarkozy, têkilî doza fînansekirina îllegal a kampanyaya hilbijartinê salek ceza lê hate birîn.
Serokkomarê berê yê Fransayê Nîcolas Sarkozy, têkilî doza fînansekirina îllegal a kampanyaya hilbijartinê salek ceza lê hate birîn.
Serokkomarê berê yê Fransayê Nîcolas Sarkozy ji doza ku jê dihate darizandin a bi navê ''Bygmalîon'', sûcdar hate dîtin ji ber fînasekirina îllegal a kampanyaya hilbijartinê ya sala 2012'an. Dadgehê 6 meh jê tecîlkirî salek cezayê hepsê li Sarkozy birî.
Dadgehê aşkere kir hemû biryarên girtîgehê yên di vê dozê de bi kelepçeya elektronîk wê bi rengê hepsa nav malê be.
Serokkomarê berê li rûniştina meha hezîranê 'niyeta şelihandinê' qebûl nekir û got ti agahiya wî jê nîne, ji fînansekirina kampanyaya hilbijartina serokkomariyê ya sala 2012'an ya bi bihayê 42,8 milyon euroyî bi renê fatoreyên qelp. Ev mîqdar ji ya ku yasayan sînorên wê danîne du caran zêdetir e.
Di eynî dozê de 13 qedroyên partiya UMP'ê û şîrketa Bygmalîon jî hate darizandin. Ji 2 salan heta 3,5 salan ceza li 13 kesan hate birîn.