Rojnamevanê ANF'ê Murat Kuseyrî çû ser dilovaniya xwe

Rojnamevan Murat Kuseyrî ku li Swêdê dijiya ji ber nexweşiya giran di 66 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Rojnamevan Kuseyrî ku di serî de di ANF, Evrensel û Yenî Ozgur Polîtîka, di gelek medyaya muxalîf de dixebitî ji ber tûmora di mêjî de li Stockholmê li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû 30'ê Îlonê berê sibehê çû ser dilovaniya xwe.

Kuseyrî ku bi salan li Ewropa dijiyan û rojeva welatê ku lê dijî ji nêz ve dişopand, beriya bi demeke kurt bêgav mabû ku xebatên xwe yên rojnamevaniyê bide sekinandin.

Rojnamevanê sosyalîst Kuseyrî bi salan xebateke bi dildarî kir. Li gorî Evrenselê Kuseyrî qewîtî kiriye ku merasîma cenaze neyê kirin û organên xwe bide.

Kuseyrî piştî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê ji doza TKDP dihate darizandin û ji bêgavî çûbû derveyî welêt.