MOP: Mûrat Kûseyrî têkoşîn û êşa me gihand cîhanê

MOP'ê rojnamevan Mûrat Kûseyrî bi bîr anî û got, "Êş û daxwazên demokratîk ên gel bi pênûsa xwe ji raya giştî ya cîhanê re radigihand."

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) rojnamevan Mûrat Kûseyrî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî, em enternasyonalîst Mûrat Kûseyrî yê ku jiyana xwe ji dest da, bi rêz, hurmet û minet bi bîr tînin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Hevrêyê me Mûrat êşa bindestan, deng, êş, hest û daxwazên demokratîk ên mafdar, şev û roj, havîn û zivistan bi wêrekî, sebir û hesasiyeteke mezin bi pênûsa xwe ji raya giştî re radigihand. Yek ji van jî êşa Seyfo/Qirkirinê ya 1915'an a gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî bû. Hevrê Mûrat bi vî rengî dilê xwe di dilê gelê me de girt. Em ê di têkoşîna xwe ya demokratîk, civakî û neteweyî de timî xwedî li bîranîna wî derkevin."