Mezlûm Tekdag li Bernê hate bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Mezlûm Tekdag ê rêberê ciwanan, pêşengê siyaseta demokratîk û weke berxwedêreke zîndanan xwe gihande çiyayê Kurdistanê û tevlî karwanên şehîdan bû, di salvegera şehîdbûna xwe de hate bibîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Mezlûm Tekdag ê rêberê ciwanan, pêşengê siyaseta demokratîk û weke berxwedêreke zîndanan xwe gihande çiyayê Kurdistanê û tevlî karwanên şehîdan bû, di salvegera şehîdbûna xwe de hate bibîranîn.
Di salvegera 2’an de gerîlayê HPG’ê Mezlûm Tekdag (Mezlûm Jiyanda) di êrîşa balafirên şer ên 1’ê Cotmeha 2019’an ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, li Navenda Çanda Civaka Kurd a Bernê ji aliyê Civaka Kurd a Swîsre (CDK-S), Yekîtia Jinên Kurd ên Swîsre (YJK-S) û Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsre (KOMAW) ve bi tevlîbûna sedan Kurdistanî hate bibîranîn.
Di şexsê Mezlûm Tekdag de ji bo hevrêyên wî yên şehîd bûne Zeyneb, Mukaddes Senar, Şevket, Selçûk, Cezmî, Mehmet û A. Rehîm de hemû şehîdên doza azadiya Kurd deqeyek rêz hate girtin.
Nûnerê KOMAW’ê Mehmet Goksungur û siyasetmedar Mûstefa Sarikaya axivîn.
Sarikaya diyar kir ku wê li ser şopa şehîdan ji bo xwe esas bigirin.
Hevalê wî yê têkoşînê Nejdet Atalay, Faysel Sariyildiz, Alî Şmîek û Îsmaîl Kardaş jî mafê axaftinê girtin û qala têkoşîna Tekdag kirin.
Di dewama bîranînê de sînevîzyonek li ser têkoşîna Tekdag hate nîşandan.
Bîranîn bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.