Li Viyanayê ciwanan bi şev çalakî kirin
Aktîvîstên TÊKO-JIN li Viyanayê bi şev li hev civiyan û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê çalakî kirin.
Aktîvîstên TÊKO-JIN li Viyanayê bi şev li hev civiyan û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê çalakî kirin.
Aktîvîst li paytexta Awûstûrya Viyanayê danê êvarê li hev civiyan û di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de li Floridsdorfê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û li dijî tecrîdê çalakî kirin.
Ciwanan belavok xistin qutiyên postayê yên vê herêmê ku piraniya saziyên faşîst li vê herêmê ne.
Ciwanan daxuyaniyek dan û diyar kirin ku êrişên qirkirinê li Kurdistanê dewam dikin û divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bibe.
Ciwanan ragihandin ku wê li dijî dagirkerî û tecrîdê çalakiyên xwe dewam bikin û ji bo çalakiya 2'ê Cotmehê ya li Strasbourgê li ber avahiya Konseya Ewropayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.