Li Toronto ji bo HDP'ê meş

Bi banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê li bajarê Toronto yê Kanada ji bo piştevaniya HDP'ê meş hate kirin.

Kurd û dostên xwe li Toronto bi dirûşma, ''Em ê HDP'ê nedin girtin, bi hev re faşîzmê tê bibin'' kom bûn.

Meşa ku ji Meydana Bloorê heta bi Dundasê domandî du saetan ajot, di meşê de endamên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Toronto zêde bûn.

Dema meşê alayên HDP'ê û gelek dowîz hatin girtin, di meşê de hate diyarkirin zexta li ser HDP'ê û doza girtinê nayê qebûlkirin.

Di meşê de dirûşmên ''HDP gel e, gel li vir e'', ''Ji Demîrtaş re azadî'', ''Li dijî faşîzmê em mil bidin hev'', ''Ji HDP'ê re azadî'' hatin gotin.

Kanada vatandaşlarına yürüyüşün amacını anlatan, yüz adet İngilizce bildiri dağıtıldı.

Meş li Meydana Dunsasê bi daxuyaniya çapemeniyê û govendê qediya.