Li Bremenê ji YE’yê re banga ‘li hemberî hovîtiyê hişiyar be’
Li bajarê Bremenê êrişên dewleta Tirk ya dagirkirina Kurdistanê û bikaranîna gaza jehrî ya li hemberî gerîlayan hat şermezarkirin.
Li bajarê Bremenê êrişên dewleta Tirk ya dagirkirina Kurdistanê û bikaranîna gaza jehrî ya li hemberî gerîlayan hat şermezarkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Bremenê ya Elmanya bikaranîna gazên kîmyewî li hemberî gerîlayên HPG’ê ya ji aliyê dewleta Tirk ku di êrişên dagirkeriyê de bikar tîne hat protesokirin.
Kurdistanî saet 19:00’an li ber Haûptbahnahof a li Bremenê kombûn û diyar kirin ku bi rexmê ku bikar anîna çekên kîmyewî ji aliyê hemû welatan hatiye pejirandin ku sûcê mirovahiyê ye, lê di serî de Ewropa hemû dewletên cîhanê li hemberî dewleta Tirk a dagirker bêdeng mane.
Her wiha hate gotin faşîzma AKP-MHP’ê ya li ber hilweşînê ye bi vê rêbazê dixweze kiriyarên dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê bi encam bike û bang li hemû mirovatiyê hat kirin ku divê li hemberî vê hovîtiyê hişiyar bin.