Kurdên li Swîsreyê dewleta Tirk ji ber bikaranîna gazên jehrî tehşîr kirin

Li gelek bajarên Swîsreyê têkildarî bikaranîna gazên jehrî ya ji aliyê dewleta Tirk ve serdana partiyên siyasî, dezgehên medya û saziyan hatin kirin.

Kurdistaniyan li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser erdnîgariya Kurdistanê, li dijî bikaranîna gazên jehrî û neqebûlkirina wê ya di qada navneteweyî de serdana gelek rêxistinan kirin.

SOLOTHÛRN

Komuna Jinan a Pinar û endamên Navenda Civaka Kurd îro serdana Radyo 32, Rojnameya Slothûrne Zeîtûng, Partiya Keskan, sendîkaya Unîa kirin.

ZURÎH

Komîna Jinê ya Bêrîtan û Navneda Civaka Kurd li Zurîhê serdana partiyên siyasî û rêxistinan kirin.

Şande bi serokên Linke Zeîtûng û Grune Zurîch re jî hevdîtin kirin. Rojên pêş wê rojname li ser mijarê hevpeyvînê bi şandeyê re bikin.

BASEL

Meclîsa Ronahî ya li Baselê afîşên têkildarî mijara bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk pêşkêş kirin.

Şande bi Şaredariya Basel, Tele Basel Tvu, Radyo Basîlînke, Partiya BastA, Partiya Sosyalîst Sendîkaya Vpod re rêze civîn kirin. Rayedaran anî ziman ku wê şopdarên bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk bin.

BELÎNZONA

Koma Dostên Bellînzon a Kurd li Kantona Tîcîno ya Îtalya, dosyayên serlêdanê yên ji bo partiyên siyasî û pêkanîna perwerdehiya taybet a katonê pêşkêş kir.

Wê bi pêşengtiya Tevgera Swîsre ya Kurd (YJK-S), wê bi saziyên Swîsrî re bê temamkirin.