KON-MED: Bila gelê me yê li Elmanyayê berê xwe bidin Strasbourgê

KON-MED'ê ji bo mîtînga 2'ê Cotmehê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê banga tevlîbûnê kir ku wê bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye - Azadî wê bi ser bikeve - Ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê' bê lidarxistin.

KON-MED'ê bi daxuyaniyekê bang li Kurdan û dostên wan kir ên li Elmanyayê ku sibe li Strasbourgê beşdarî mîtînga navendî bibin ku wê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye - Azadî wê bi ser bikeve - Ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê" pêk were.

Daxuyaniya Hevserokên KON-MED'ê wiha ye:

"Weke ku tê zanîn Rêber Apo 22 sal in di nava tecrîdeke giran de ye. Em baş pê zanin ku dewleta Tirk a mêtinger demeke dirêj e bi piştgiriya dewletên emperyalîst xwestin îradeya Rêber Apo bişikînin, tevgera azadiyê ji hev belav bike û îradeya gelê me bişikîne. Ji bo bicihanîna armancên xwe di nava 22 salên derbasbûyî de gelek rê û rêbaz ceriband. Lê belê li gel zext û zordariyê jî nekarî encama dixwaze bi dest bixe. Ji ber ku nekarîn îradeya Rêber Apo bişikînin. Polîtîkayên wan ên ji bo vê armancê bi ser neket û hewldanên wan bêencam man. Rêber Apo di nava 22 salên derbasbûyî de di nava şert û mercên gelekî giran de derfetên gelekî kêm bi kar anî, ji bo jiyana azad û bi hev re ya gelan, li dijî hilweşîneriya modernîteya kapîtalîst, çareserî û perspektîfa teorîk-dîrokî ya çareseriya neteweya demokratîk destnîşan kir.

Bi navê KON-ME'ê em di sala 22'an de ji tecrîdê re dibêjin ÊDÎ BES E. Roj roja şikandina rejîma faşîst, tunekirina rejîma faşîst e. Bi saya hewldanên mezin ên Rêber Apo û rêxistiniya ku afirandiye, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê li ber hilweşîn û têkçûnê ye. Sedema hêrsa mezin a rêveberiya Erdogan ê faşîst li hemberî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê, têkçûna wî li hemberî berxwedana mezin a Rêber Apo ye. Bi vê hêrsê êrişî gelê Kurd û nirxên Kurdan dikin. Em baş zanin ku ev yek di heman demê de nîşan dide ku dawî li wan tê. Lê belê dîrokê nîşanî me da ye ku ev ji ber xwe ve, bi hêsanî û bêberdêl nabe.

Gelê me yê welatparêz ê li Elmanyayê û dostên xwe xwedî wê wezîfeyê ne ku xwedî li hewldan û keda mezin a Rêberê me ya ji bo azadiyê derkeve û vê yekê bi rengekî hîn xurt bi ser bixîne. Em bêdengiya Yekîtiya Ewropayê û saziyên wan ên ji sîstema Îmraliyê berpirsyar in, êdî qebûl nakin.

Li ser vê bingehê ji bo mîtînga 2'ê Cotmehê ya bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye - Azadî wê bi ser bikeve - Ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê' li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bê lidarxistin, bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku tevlî bibin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin."