KOMAW: Li Kurdistanê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin

KOMAW'ê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên HPG'ê ya bi destê dewleta Tirk şermezar kir.

Komeleya Malbatên Şehîdan û Windayan (KOMAW) bi daxuyaniyekê, sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê yên li Kurdistanê şermezar kir û di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku bêdeng nemînin.

Daxuyaniya KOMAW'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê li Kurdistanê sûcê li dijî mirovahiyê dike. Êrişên komkujer ên ku li çar parçeyan li dijî gelê Kurd dike, bi çekên konvansiyonel ên bi teknîka modern dimeşîne.

Qîma xwe bi van çekan jî neaniye, niha li dijî tevahiya cografya Kurdistanê û gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi qasî agahiyên ku me ji herêmê wergirtî bi taybetî li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê, li Başûr û Rojava tenê di nava mehekê de 157 carî gazên kîmyewî hatine bikaranîn. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn.

Dibe ku cîhan pê nizanibe, yan jî zane lê li pêşberî vê hovîtiyê bêdeng e. Lê belê gelê Kurdistanê ne xerîbê vê ye, ji dîroka nêz zane ku dewleta Tirk çi barbariyê dike. Hînê ji bîr neçûye ku di Tertelay Dersimê ya 1938'an de çawa bi jehra mişkan zarok, mezin her kes li şikeftan bi hovane qetil kir. Ev mikurhatin ji aliyê yek ji rayedarên sereke yê wê demê Îhsan Sabrî Çaylayangîl ve bi rengekî eşkere û pesindayinê hate kirin.

Bi navê saziya malbatên şehîdan KOMAW'ê ji gelê Kurdistanê wêdetir em bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û saziyên civakî yên navneteweyî dikin. Li pêşberî kiryarên vê dewleta qirker bêdeng nemîne. Dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP-MHP'ê sûcên pêşiyên xwe jî qat bi qat zêde kir û sûcên hîn mezintir li dijî mirovahiyê dike. Dewletên ku li hemberî vê yekê bêdeng û bêhelwest in li dijî Kurdan heman sûcê li hemberî mirovahiyê dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku li vê cîhana hemdem tê dîtin, yên ku vî sûcê li dijî mirovahiyê dikin û yên ku bêhelwest dimînin wê ji aliyê mirovahiyê ve ti carî neyên qebûlkirin.

Bi navê KOMAW'ê em diyar dikin ku li gorî derfetên xwe em ê bi gelê xwe yê mezlûm û mexdûr re bin."