KCDK-E ji bo Şengalê bang kir ku her kes xwe berde meydanan

KCDK-E'yê got, ''PDK gefê li Şengalê dixwe! Em bang dikin ku vê gavê her kes xwe berde meydanan.''

KCDK-E'yê di daxuyaniyê de got, ''Dewleta Tirk a dagirker dîsa PDK da pêş! PDK dixwaze Şengalê dagir bike.''

KCDK-E'yê diyar kir hikûmeta Iraqê û PDK dixwazin Şengalê dagir bikin, plana ku dagirkirina Şengalê dane ber xwe ji hêla dewleat Tirk ve dîsa hatiye sazkarkirin û PDK daye pêş.

KCDK-E'yê got, ''Dewleta Tirk a dagirker bi destê PDK'ê dixwaze Şengalê dagir bike. Piştî peymana 9'ê Cotmeha 2020'an a di navbeyna hikûmeta Iraqê û PDK2ê de zext û êrîşên ku zêde bûne, ji duh ve dîsa zêde bûye û hatiye ber qonaxeke krîtîk.''

Bi berdewamî hate diyarkirin artêşa Tirk di ser PDK'ê re dixwaze provakasyonÊ bike, hêzên xweparastinê û xwerêveberiyê ya gelê Şengalê tasfiye bike û Şengalê dagir bikin.

KCDK-E'yê di daxuyaniyê de bi berdewamî bang li gelê Kurd û dostên Kurdan ên li Ewropayê kir ku derkevin qadan û hewldana dagirkirina Şengalê ya dewleta Tirk şermezar bikin.