KCÊ-E ji bo xwedîlêderketina Şengalê bang kir
Koordînasyona Civaka Êzidî (KCÊ-E) ya Ewropayê ji bo xwedîlêderketina Şengalê û civaka Êzidî banga tevlêbûna çalakiyan kir.
Koordînasyona Civaka Êzidî (KCÊ-E) ya Ewropayê ji bo xwedîlêderketina Şengalê û civaka Êzidî banga tevlêbûna çalakiyan kir.
Ji ber êrişên li ser Şengalê û civaka Êzidî Koordînasyona Civaka Êzidî (KCÊ-E) banga çalakiyan kir.
Di daxuyaniya KCÊ-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:
“Em bi navê Koordînasyona Civaka Êzidî, bang li hemû sazî û pêkhateyên xwe, li tevahiya gelê Kurd, bi taybetî jî civaka Êzidî, dost û hevalên xwe dikin ku ji bo xwedîderketina Êzdîxanê bila dakevin kolanan. Dijminên me careke din dixwazin li ser me fermanan bikin û me qir bikin. Ev demek e li ser Şengalê xetereyên mezin heye. Werin em ji ferman û komkujiyan re bêjin na, roja roja xîretê ye, roj roja yekîtî û tifaqê ye. Divê me xwedî li Êzidxanê derkevin
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Meş û mîtîngên di 2’ê Cotmeha 2021’an de
Bîelefeld, saet:17:00, Hauptbahnhof
Hannover, saet:17:00, Hauptbahnhof
Berlîn, saet:18:00, Alexanderplatz
Bremen, 18:00, Hauptbahnhof"