JXK li dijî bikaranîna çekên kîmyewî derketin

Ciwanên ku ji bo protestokirina peymana bazirganiyê ya di navbera Tirkiye-Swîsre îro kete meryetê, dor li avahiya Novartîsê girtin, di çarçoveya ‘Werin Cenga Azadiyê’ çalakiyek kirin.

Endamên Jinên Xwendekên Kurdistanê (JXK) li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyek din kirin. Aktivîstan piştî ku avahiya Novartîs a Baselê dorpêç kirin û şûnde li navenda bajar li ser dîwaran nivîs nivîsandin.

Ciwanan li ser dîwanan bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya li Kurdistanê nivîsandin, daxwaz ji hemû gelê welatparêz kir ku li ber êrîşan rabin û xwedî li berxwedana gerîla derkevin.

Ciwanan diyar kir ku di nava çend mehên borî de dewleta Tirk li dijî berxwedana gerîlayên leheng bi sedan carî çekên kîmyewî bikar aniye û bi vê yekê di çarçoveya hiqûqa ceza ya navneteweyî de sûcê şer kiriye û got: “Ev sûcê şer e, di serî de DYE, welatên Yekîtiya Ewropa (YE) hevkarên vî sûcî ne. NATO jî ya ji her alî ve destk û piştgirî dike jî sûcdar e.

Dewleta Tirk 15 rojên dawî çekek din a şer a kîmyewî ya nû bikar tîne. Ev çeka kîmyewî ya nû, yek ji van welatan girtiye. Ev hêzên xwe li vê bêdeng dikin û cesaretê didin rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, ji sûcên dermirovî yên li Kurdistanê tê kirin, berpirsin.

Bang li hemû raya giştî ya navnetewyeî, hemû saziyên demokratîk dikin ku li dijî sûcên rejîma Tirk a mêtinger tavilê rawestin.”

Ciwanan daxwaz kir ku demildest belavkirina çekan a ji bo faşîzma Tirk bê rawestandin. Ciwanan bang li jin û ciwanana kir ku li her derê cîhanê li ber xwe bidin û rabin ser xwe.