Jinan dosya dan OPCW’ê
Li Den Haagê jinên ku dosyayek da Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), daxwaz kirin ku pêkanîna li ser Tirkiye bidin sepandin ku li gorî peymana navneteweyî tevger nake.
Li Den Haagê jinên ku dosyayek da Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), daxwaz kirin ku pêkanîna li ser Tirkiye bidin sepandin ku li gorî peymana navneteweyî tevger nake.
Li bajarê Den Haag a Hollandayê dosyayek da Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW).
Şandeyek ji Meclîsa Jinan a Ronahî pêk dihatin dosya pêşkêşî OPCW kirin.
Di dosyayan de bal kişandine ser rêbazên bê hiqûqî yên Tirkye di şerê li Kurdistanê de dide pêkanîn û got: “Tirkiye bikaranîna çekên kîmyewî ya Başûrê Kurdistanê û herêmên din ên Kurdistanê, Pêşxistina Çekên Kîmyewî, Komkiirin, Qedexekirina Bikaranîna Wê, têkildarî jinavbirina vê bi awayekî sîstematîk Peymana Navneteweyî binpê dike.” Di dosyayê de daxwaz hate kirin ku li dijî Tirkiye ya ku peymanê binpê dike, pêkanînan bikin.
Li aliyê din wê bi pêşengtiya DEM-NED û TJK-H 6’ê Cotmehê saet 14:00’an bi heman armancê wê li pêşiya Parlementoya Hollanda çalakiyek bê kirin.