Ji bo Mele Abdulkerîm Han serdanên sersaxiyê wê bên pêşwazîkirin
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo Mele Abdulkerîm Han konên sersaxiyê li Elmanya û Fransayê datîne û banga tevlîbûna li van serdanan kir.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo Mele Abdulkerîm Han konên sersaxiyê li Elmanya û Fransayê datîne û banga tevlîbûna li van serdanan kir.
Ji bo Mele Abdulkerîm Han ku 19'ê Îlona 2021'ê ji ber krîza dil koça dawî kir, li gelek bajarên Elmanya û Fransayê bi pêşengiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê û Malbata Han konê sersaxiyê tê danîn.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê peyamek weşand û bang kir: Peyam wiha ye:
"Li dijî zilma dagirkeran a bi navê Ola Îslamê, meşandina karekî rast û xwedîderketina li welatparêziyê karekî gelekî zehmet û zor e.
Lewre her çar dewletên dagirker û qirker jî bi Ola Îslamê kar dikin û xelkên van dewletan jî bi piraniya xwe ji Ola Îslamê ku wan dewletan berovajî kirine bawer dikin.
Ev dewletên han Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq e ku bi salane ola Îslamê ji bo desthilatdariya xwe bi kar tînin. Bi milyonan Melayên xwefiroş ji bo maeş û kursiyekê ji bo zilma xwe li dijî miletê me bi kar tînin. Melayên Kurd ên ku di rêça Qur‘ana pîroz û welatperweriyê de dixwazin bimeşin, gelek zor û zehmetiyan dibînin.
Lewre ev Mele di medreseyên Kurdistanê de xwendina xwe temam dikin û li ser rêça Mele Ehmedê Xanî û seydayên Cezîrî dimeşin.
Birêz mele Abdulkerîm jî ji wan meleyên ku di Medreseyên Kurdistanê xwendibû û li gor îzzeta medreseyên Kurdistanê dixwest bibe xwedî tevger. Ji bo ku xiyanet li ol, milet û welatê xwe neke li hemberî dagirkeran bû xwedî liv û tevger. Ji bo neyê kuştin wek şopdarê Pêxemberan berê xwe da hîcretê û bi salan li derveyî welatê xwe, ji bo miletê xwe û welatê xwe kar kir. Di nava Tevgera Îslamî ya Kurdistanê û Civaka Îslamî ya Kurdistanê de xizmeteke giranbuha kir.
Ew li me xwedî derket, divê em jî li wî xwedî derkevin. Sersaxiya Mele Abdulkerîm wê van rojan ji hêla malbata wî û civaka Îslamî ya Kurdistanê ve werin pêşwazîkirin. Xweda bi rehma xwe şa bike. Em ê armancên şehîd û kedkarên xwe pêk bînin."
Li gorî daxuyaniyê, dem û cihên serdanên sersaxiyê wiha ne, ku wê ji aliyê Malbata Han û Civaka Îslamî ya Kurdistanê ve bêne lidarxistin.
DEM Û CIHÊN SERSAXIYÊ
Dem û cihên serdanên sersaxiyê:
02/03.10.2021 Şemî û Yekşem
Mizgefta Hecî Hanîfî
Am Freistein 50
45141 Essen / Elmanya
03.10.2021 Yekşem
Mizgefta Ehmedê Xanî
Geigenbergerstr. 51
81477 Munchen / Elmanya
09.10.2021 Şemî
Mizgefta Şêx Seîd
34 Rue de I'Escouvrier
95200 Sarcelles / Fransa