Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê bicivin!

Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' 2'ê Cotmehê roja Şemiyê li Strasbourgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd mîtîngeke navendî li dar dixe. Însiyatîfê bang li her kesî kir ku li ber Konseya Ewropayê bicive.

Însiyatîfa "Azadî ji Abdullah Ocalan re" 2'ê Cotmehê roja Şemiyê li bajarê Strasbourgê bi daxwaza azadiya Ocalan mîtîngekê li dar dixe.

Însiyatîfê têkildarî mîtîngê daxuyaniyek da û got, "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êdî ji êşkenceyê wêdetir gihîştiye asteke metirsîdar" û destnîşan kir ku nabe li hemberî vê yekê bêdeng bimînin.

'KONSEYA EWROPAYÊ BI ERKA XWE RANABE'

Însiyatîfê ragihand ku Konseya Ewropayê ji ber sedemên siyasî bi erka xwe ranabe û wiha dewam kir, "Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) di raporên xwe de diyar kiribûn ku şert û mercên li Îmraliyê ne yên qebûlkirinê ne û divê bêne guhertin. Tevî vê yekê jî di sîstema tecrîdê ya Îmraliyê de tiştek nehate guhertin."

Însiyatîfê diyar kir ku berevajî vê yekê ji 25'ê Adarê axaftina bi telefonê ya ji 4-5 deqeyan a bi birayê Abdullah Ocalan ve agahî ji Îmraliyê nayê girtin û got, "Têkiliya Abdullah Ocalan a bi derve re ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi temamî hatiye birîn."

'EM DAXWAZA AZADIYA OCALAN BÎNIN ZIMAN'

Însiyatîfê ji bo mîtînga girseyî ya dawiya hefteyê banga tevlîbûnê kir û got, "Bi beşdariya bi sedan dost û Kurdistaniyan bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye - Azadî wê bi ser bikeve - Ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê' li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li ber Konseya Ewropayê em mîtîngê li dar dixin. Em bang li Kurdistaniyan û dostan dikin ku tevlî mîtînga me bibin û daxwaza azadiya Rêber Apo bînin ziman."

'KURD Û DOSTÊN XWE LI HEV DICIVIN'

Mîtîng wê 2'ê Cotmehê saet di 13:00 de li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêk were û gelek kesayetî û saziyên ji welatên cuda wê peyamên xwe li mîtîngê parve bikin.

Ji damezrînerên Kampanya Azadî ji Ocalan re û Dîrektorê Lêkolînê û Navneteweyî ya Sendîkaya UNITE Simon Dubbins, ji Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re ya li Îtalyayê Prof. Laura Corradi, Hevseroka Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) Renee Le Mignot, Serokê Yekîtiya Parastina Azadiyan û Mafan a Navneteweyî (AIDL) Dr. Mohamed Al Shami û ji Fransayê Nûnerê Sendîkaya Solidaires wê li mîtîngê amade bin.