Ciwanên Kurd sûcê şer ên Tirkiye protesto kirin
Ciwanan li Anversê sûcên şer ên dewleta Tirk protesto kirin û bang li Kurdistaniyên li Ewropa kir ku dakevin qadan.
Ciwanan li Anversê sûcên şer ên dewleta Tirk protesto kirin û bang li Kurdistaniyên li Ewropa kir ku dakevin qadan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TEKO-JIN li bajarê Anver a Belçîka di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ di saetên şevê de hatin ba hev û êrîşên dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê protesto kirin.
Ciwanan li dijî bikaranînna çekên kîmyewî ya li hember gerîla û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.
Ciwanan destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe, wê li qadan bin û bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir ku dakevin qadan.
Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Faşîst, Dîktator Erdogan’ bi dawî bû.