Ciwanên Kurd ji bo azadiyê li Marignaneyê daketin qadan

Ciwanên Kurd ên li Marignaneyê mîna her êvara Çarşemê vê hefteyê jî gotin 'Werin Cenga Azadiyê'.

Li herêma Marignane ya Marsîlyayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li hev civiyan û di çarçoveya kampanya "Werin Cenga Azadiyê" de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xistin.

Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Piştre bi navê ciwanan daxuyaniyek hate dayin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, zexta dewletên Ewropayê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin.

Ciwanan gotin, "Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe em ê li qadan bin."

Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana PKK'ê" û "Bê Serok jiyan nabe" qediya.