CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Politîkaya penaberiyê ya Trûmp ji aliyê deh hezaran kesî ve hate protestokirin
Bi armanca prostokirina politîkaya penaberiyê ya Serokê DYA Donald Trûmp a li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. -
DYA, li ser vekişîna leşkeran a ji Elmaya difikire!
Rojnameya Washîngton Post, ragihand ku Pentegon li ser mijara vekişandina leşkerên xwe yên li welatê Elmanya hatine bicihkirin difikire. -
Li Hindistanê li ser gotegotên WhatsAppê 3 kes hatin lînckirin
Li Hindistanê li ser gotegotên bêbingeh ên li ser WhatsAppê, 3 kes hatin lînckirin. Rayedaran li beşekî welêt înternet birî. -
NY’yê banga rawestana şer a li Sûriyeyê kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) banga lezgîn a operasyonên leşkerî yên li başûrê rojavayê Sûriyeyê kir. -
Li Xezzeyê şer: Herî kêm 2 Filistînî mirin
Di mudaxeleya artêşa Îsraîl a li Şerîda Xezzeyê de, herî kêm 2 Filistîniyan jiyana xwe ji dest da. -
Li peravên Lîbyayê keştî noqî avê bû: 3 pitik jî di nav de, 100 kes winda ne
Li peravên Lîbyayê keçştiya ko koçber li nav bû noqî avê bû. Di encamê de cenazeyê 3 pitikan hate dîtin û nêzî 100 kes winda ne. -
Sadr, hêzên xwe yên leşkerî bêçek dike
Lîderê Şîa Muqteda Sadr, piştî serketina xwe ya hilbijartina Iraqê ya 12'ê Gulanê, biryar da ku komên girêdayî xwe yên di nav Heşdî Şebî de bêçek bike. -
Di civîna YE de li ser koçberan li hev hate kirin
Rêveberên Yekîtiya Ewropayê piştî danûstandinên bi saetan li hev kirin ku navendên koçberan ên bi kontrol werin avakirin. -
YE pêkirinên li ser Rûsyayê 6 mehên din jî dirêj kir
28 welatên Yekîtiya Ewropayê ji ber sedema krîza Ukraynayê biryar dan ku pêkirinên aborî yên li ser Rûsyayê bi fermî 6 mehên dî jî were dirêjkirin. -
Ebadî ji bo bi sedan kesên mehkûm kirî darvekirin xwest
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî, piştî cenazeye 8 kesan, ku DAÎŞ’ê ew kuştibûn hate dîtin, derbarê DAÎŞ’iyên ku cezayê darvekirinê xwestibûn înfaz xwest. -
Lîderên Yekîtiya Ewropayê li ser mijara koçberan li hev nakin
Ji ber helwesta hikumeta Îtalyayê, di Konseya Ewropayê de li ser mijara koçberan lihevkirin nebû. -
Hilbijartina herî giran a Meksîkayê
Roja Yekşemê wê li Meksîkayê hilbijartinên parlamentê, senato û serokatiyê bên kirin. Kampanya hilbijartinê bi zext, zordarî û kuştinê dewam dike. -
Li çola Afrîkayê zexteke giran li koçberan tê kirin
Drama koçberan a li çola Afrîkayê dewam dike. Hikumeta Cezayîrê bi deh hezaran koçberên ji Nîjeryayê hatine û dixwazin biçin Ewropayê li çolê hiştiye. -
Awûstûrya: Bila Tirkiye dest ji karên sîxurkirinê berde
Rêxistina îstîxbaratê ya Awûstûryayê ragihand, dewleta Tirk bi rêya civaka Tirk a li Awûstûryayê tevlî karê navxweyî yê wan dibe. Serokê rêxistina îstîxbaratê Grîdlîng ji Tirkiyeyê xwest ku dest ji karên sîxurkirinê yên li welatê wan berde. -
Li Annapolîsê êrîş: Gelek kes mirin
Li bajarê Annapolîs ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li avahiya rojnameyekê êrîş hate kirin. Gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. -
Di mîtînga aştiyê ya Afganistanê de 8 kes mirin
Di teqîna çalakiya ji bo aştiyê ya li gundekî eyaleta Loger a dikeve Başûrê rojhilatê Afganistanê pêk hat de, 8 gundiyan jiyana xwe ji dest da. -
Li Îranê çi diqewime?
Li Îranê ji ber bihabûna dolar esnafan boykot dabûn destpêkirin. Vê jî bi xwe re pêşî li nîqaşên nû vekir. -
Jinên Şîliyê zarokên xwe yên winda dixwazin
Li Şîliyê di navbeyna 1970-1990’î de dema dîktator Augusto Pînochet de bi hezaran pitik hatibûn revandin. Jin zarokên xwe yên ku hatine revandin û bê qanûnî malbatan ew ji xwe re kirine zarok, dixwazin. -
Li Bremenê teqîn: 3 kes mirin
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, danê vê sibehê teqîneke mezin rû da. Ji ber teqînê 3 kesên li malekê mirin. -
Amsterdam wê ji hêla şaredareke jin ve were rêvebirin
Paytexta Hollanda Amsterdam, di dîroka xwe de cara pêşî wê ji hêla şaredareke jin ve were rêvebirin. -
Hejmara Koalayan ji deh milyonî daket dehan hezarî
Li gorî lêkolînek li Awûstralyayê hate kirin, nifşê Koalayan kêm dibe ku ev heywan yek ji sembola vî wlelatî ye. -
Li Ûkraynayê vê carê 'agirbesta nan' hate ragihandin
Li Ûkraynayê ku ji sala 2014'an û vir ve şer lê diqewime, aliyan ji nû ve agirbest ragihandin. -
Ji bo çandiniyê daristan tên şewitandin
Li gorî daneyên platforma bi navê Global Forest Watch, tenê sala 2017'an bi sed hezaran kîlometreçargoşeyî qadên daristanî ji bo xatirê çandiniyê hatine şewitandin. -
Reforma li ser koçberiyê ya Trûmp nehate qebûlkirin
Donald Trûmp ku bi polîtîkayên xwe yên tund ên li ser penaberan tê naskirin, ji bo pêşnûmeya xwe ya reformê careke din nekarî piştgiriyeke têrker ji partiya xwe bigire. -
Li Başûrê Sûdanê agirbest hate îlankirin
Li Başûrê Sûdanê di nava 72 saetan de agirbest hate îlankirin û tê payîn ku agirbest daîmî be.