CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Behra Spî 63 koçberên din winda bûn
Li nêzî peravên Lîbyayê boteke lastîk a koçberan noqî avê bû, 63 koçber winda bûn. -
Meclîsa Fransayê daxwaza statuya Korsîkayê qebûl nekir
Meclîsa Neteweyî ya Fransayê, pêşnûmeya li ser naskirina statuya Korsîkayê, li komîsyonê red kir. -
'Fransa şirîkê zexta li ser şoreşgerên li Misrê ye'
Li gorî raporekê ku ji aliyê gelek saziyên navneteweyî ve hat weşandin, çek û teknolojiya ku Fransayê piştî şoreşa 2011'an a li Misrê firote vî welatî, polîtîkayên zordar û kujer ên li Misrê giran kir. -
Qesra Spî: Em îlheqkirina Qirimê nas nakin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew îlheqkirina Qirimê nas nakin ku ji sala 2014'an û vir ve di destê Rûsyayê de ye. -
Hikumeta Elman li ser polîtîkayên tund ên koçberiyê li hev kir
Krîza li ser penaberan ku ev çend hefte ne di navbera partiyên demokrat ên Xiristiyan CDU û CSU de hebû, çareser bû. -
Li Fransayê îdîaya vala derxsitina êrîşa Îranê
Li Fransayê Konseya Berxwedana Netewî ya Îranê (CNRI) ya girêdayî Mucahîtên Gel îdîa kir ku êrîşeke bombeyî ya rejîma Îranê vala hatiye derxistin. Li Belçîka, Elmanya û Fransayê gelek kes hatin destgîrkirin. -
Li DYA’yê kesek hate girtin yê ku plana êrîşekê dikir!
Polîsê federal ê Amerîkayê ragihand, kesekî ku palan dikir roja 4’ê Tîrmehê êrîşekê pêk bîne û têkiliya wî bi DAIŞ’ê re heye hatiye giritn. -
NY: Li Sûriyeyê di nava du hefteyan de 270 hezar kesan koç kirin
Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku li Başûrê Sûriyeyê ji ber operasyonên hêzên rejîmê di nava du hefteyan de 270 hezar kesan ji warên xwe koç kirine. -
Li Behra Spî bi hezaran koçber xeniqîn
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (OIM) diyar kir ku ji serê salê heta niha li Behra Spî ji hezar kesî zêdetir jiyana xwe ji dest dane. -
Li Îranê krîza avê: Çalakiyên protestoyê berbelav dibin
Li Îranê li dijî krîza ava vexwarinê û bênirxbûna riyal li gelek bajaran çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. -
Piştî 70 salan li Meksîkayê çepgirek bû Serokkomar
Li Meksîkayê, di hilbijartinên Serokkomariyê de ku roja Yekşemê hatin kirin, namzetê çepgir Andres Manûel Lopez Obrador bi dengekî zêde bi ser ket. Bi vî rengî desthilatdariya 70 salan a rastgiran qediya. -
Li Îranê nêzî 19 milyon kes di nava şertên hejariyê de ne
Berdevkê Saziya Pêşîlêgirtina Maddeyên Hişbir û Tendirustiyê Ferîd Beratî diyar kir ku li Îranê di navbera 11 û 19 milyon kes di şertên hejariyê de, li xaniyên derdora bajêr dijîn. -
Li Enseladûsê molekulên organîk ên tevlîhev hatin dîtin
Li Enseladûsê ku peyka Saturnê ye, molekulên organîk ên tevlîhev hatin dîtin. Enseladûs yek ji wan gerstêrkan e ku tê texmînkirin jiyan lê hebe. -
Meksîkayî Serokkomarê xwe hildibijêrin, namzetê çepgir favorî ye
Meksîkayî ji bo serokkomarê xwe yê nû hilbijêrin çûn ser sindoqan. Namzetê çepgir Lopez Obrador favoriyê herî mezin e. Eger bi ser bikeve wê piştî 70 salî rewşeke nû derkeve holê. -
Wezirê karê hundir ê Elmanyayê îstîfa kir
Wezirê karê hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer, piştî lihevnekirina polîtîkaya serokwezîr Angela Merkel a penaberan, îstîfayê kir. -
Iraq, sînorê Sûriyeyê bi têl û kûleyên çavdêriyê digire
Iraqê bi têlan dest bi girtina sînorê xwe yê bi Sûriyeyê kir. -
Li Afganistanê ji ber teqînê 7 kes mirin
Li bajarê Celalabad ê Afganistanê ji ber teqînekê 7 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Îsraîlê hejmara tankên xwe yên li ser sînorê Sûriyeyê zêde kir
Artêşa Îsraîlê ragihand ku şerê li Sûriyeyê giran bûye, lewma wan tank û cebilxaneyên xwe yên li ser sînorê Sûriyeyê zêde kirine. -
Rokêta Japon piştî ku rabû teqiya
Li Japonyayê rokêteke ku ji hêla şîrketeke taybet ve hatî çêkirin, piştî ku rabû teqiya. Di bûyerê de tiştek bi kesî nehat. -
DAÎŞ'ê li Afganîstanê êrîş bir ser dibistanekê: 3 kes mirin
Li Afganîstanê ji ber êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser dibistanekê 3 kes mirin. -
Îran: Em ê destûr bidin ku sektora taybet petrolê bifiroşe
Alîkarê Serokwezîrê Îranê Cîhangîrî got, ji bo nehêlin ku danekirinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bandorê li wan neke, wê destûr bidin ku sektora taybet ku petrolê bifiroşe. -
Aloziya dibistanê ya navbera Berlîn û Enqereyê
Rejîma AKP'ê dibistaneke Elman a li Îzmîrê ji nişka ve kir. Rayedarên Elman jî ji AKP'ê xwestin ku sedema vê eşkere bike. -
Aloziya li Nîkaragûayê dewam dike
Li Nîkaragûayê bi hezaran kes daketin qadan û ji Serokkomar Danîel Ortega xwest ku îstifa bike. Çalakgeran ji bo 20 zarokên di dema xwepêşandanên protestoyî de hatin kuştin daxwaza edaletê kirin. -
Peymana koçberiyê têkçûna Yekîtiya Ewropayê ye
Yekîtiya Ewropayê di ser koçberan re careke din mohra xwe danî binê peymaneke rûreş. Pêşî hate vekirin ku 3 milyar Euro alîkarî ji Tirkiyeyê re bê dayin. SOS Méditerranée diyar kir ku ev yek îflasa dewletên Ewropayê ye. -
Yek ji heft nexweşên şekir ji ber qirêjiya hewayê nexweş ketiye
Li gorî lêkolînekê, her yek ji heft nexweşên şekir (diyabet) ji ber qirêjiya hewayê nexweş ketiye.