CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Iraqê: Hinek jê serçete 45 DAIŞ’î hatin kuştin
Artêşa Iraqê ragihand ku di êrîşeke hewayî ya li welatê cîran Sûriyeyê lidar xistî de, serçete jî di nav de 45 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. -
Bi deh hezaran kes li Londonê daxwaza reformeke nû kirin
Bi deh hezaran kes li paytexta Îngilîstan Londonê, têkildarî Brexîtê daxwaza dengdaneke nû ya gel kirin. -
Li Nîkaragûayê bîlançoya şer giran dibe
Hate ragihandin ku li Nîkaragûayê ji meha Nîsanê ve di çalakiyên protestoyê yên didomin de heta niha herî kêm 212 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
NY bang li Rûsyayê kir leşkerên xwe ji Transnîstrîayê vekişe
Netewên Yekbûyî (NY) daxwaz kir ku bi hezaran leşkerên Rûs ji herêma Transnîstrîa ya Moldovyayê paşve vekişin. -
NY: Bi sedan dijberên Madûro hatin înfaz kirin
Komîseriya Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî (UNHCHR) raporek weşand û diyar kir ku li Venezûelayê di çalakiyên li dijî desthilatdariyê de bi sedan kes hatine înfaz kirin. -
‘Alîkarî’ ji bo Lubnanê ku krîza penaberan lê dayî
Tirkiye û hin welatên Ewropayê pesnê xwe didin ku penaberên Sûriyê li nav xwe dihewînin lê li Lubnanê ku ji 4 para 1 jê penabarên Sûriyê ne, heke ne ji alîkariya darayî be wê were ber teqînê. -
Li Hindîstanê tecawiz li 5 peywirdarên RCS’yê kirin
Li Hindistanê, li gundeki rojhilat bi zora çekan tecawiz li 5 peywirdarên Rêxistina Civaka Sivîl kirin. -
Li Lîbyayê nêzî 220 koçber di deryayê de xeniqîn
Komîsertiya Bilind a Penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) eşkere kir ku van rojên dawî li peravên Lîbyayê nêzî 220 koçber xeniqîne. -
Endamên OPEC'ê li ser hilberîna petrolê li hev nakin
Ji bo pêşî li zêdebûna buhayê petrolê bê kirin, Rûsya û Erebîstana Siûdî dixwazin hilberîna petrolê zêde bikin. Lê belê îran û gelek welatên OPEC'ê li ber wan radibin. -
Trump: Dema paqijbûna Koreya Bakur ji nukleerê dest pê kir
Serokê DYA Donald Trump destnîşan kir ku pêvajoya paqijbûna Koreya Bakur ji nukleerê dest pê kiriye ku biryara vê yekê bi peymana hefteya bihurî hatibû dayin. -
Li Misirê li dijî DAÎŞ’ê operasyon: 36 kes mirin
Artêşa Misirê diyar kir ku di operasyonan de yên li navenda Giravoka Sînayê û li bakurê wê 36 endamên DAÎŞ’ê hatine kuştin. -
Li Romanyayê bi hezaran kes derketin kolanan
Li Romanyayê derbarê hin sûcan yasa hatin nermkirin, li ser vê bi hezaran kes li Bukreşê derketin kolanan û protesto kirin. -
Deh ji sedî yê 'daristanên xeranebûyî' kêm bûne
Li gorî lêkolînekê, li gelemperiya cîhanê her sal daristanên bi qasî welatekî mezin, tine dibin. -
Bi sedan nexweşên li Îngilîstanê ji ber dermanê opioid mirin
Li Îngilîstanê ku salên dawî dike nake nikare pirsgirêkên sîstema tenduristiyê çareser bike, li gorî lêkolînekê ji ber narkotîka bi cûreyê morfîn ê li nexweşxaneyekê belasebep hatiye dayin, bi sedan kes mirine. -
Ebadî: Li dijî PKK’ê me bi Tirkan re li hev nekiriye
Serokwezîrê Iraqê Ebadî, piştî civîna bi desteya wezîran re daxuyaniyek da û got: “Koordînasyoneke me ya têkildarî operasyoneke li ser sînor a bi Tirkiyeyê re nîne.” -
Li Bexdayê hêzên milîs hatin dorpêçkirin
Li paytexta Iraq Bexdayê li hemberî hêzên milîs ên nêzîkî Îranê, ji hêla polêsan ve hatin dorpêçkirin. -
Polîsê Elmanyayê: Êrîşa bombeyî hat astengkirin
Polîsê Elmanyayê ragihand ku êrîşeke bombayî asteng kirine. -
Koalîsyona Ereb: Balafirgeha Hûdeyde hate kontrol kirin
Li Yemenê Koalîsyona Ereb li dijî Hûsiyan li bajarê Hûdeydeyê operasyon dabû destpêkirin. Koalîsyonê ragihad ku bajarê balafirgeha Hûdeyde kontrol kirine. -
Talîbanan kemîn danî, 30 leşkerên Efgan hatin kuştin
Li eyaleta Badgîsê ya Efganîstanê Talîbanan kemîn danî û 30 leşkerên Efgan hatin kuştin. -
Li Endonezyayê keştî noqî avê bû: Zêdetirî 200 kes winda ne
Hate ragihandin ku li Girava Sûmatra ya Endonezyayê keştî noqî avê bû û zêdetirî 200 kes winda ne. -
Îsraîlê li Xezzayê bombe li 25 hedefan barand
Artêşa Îsraîlê avêtina roketan kir hincet û 25 hedefên li Şerîda Xezzayê bombebaran kir. -
YE ew ê şûna tiliyên zarokên 6 salî jî qeyd bike
Di encama muzakereyên di navbera Parlementoya Ewrûpayê û Konseya Yekîtiya Ewrûpayê de, têkildarî koçberan di hin waran de lihevkirin pêk hatiye. -
Nêzî nîvî çekdarbûna şexsî li DYA’yê ye
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku seraqet bi komkujiyan tê rojevê tê gotin li gorî nifûsê çekdarbûn pir zêde ye û hema hema her 2 ji çekên li cîhanê li DYA’yê ne. -
Rûsya jî bersiva bazirganî dide DYA’yê
DYA ku li dijî hemû cîhanê ‘şerê bazirganî’ ragihandî niha jî li ser mijara bacên gumrikê bi Rûsyayê re hate ber hev. -
Li Nîkaragûayê dîsa şer dest pê kir: Zedetirî 170 kuştî hene
Li Nîkaragûayê piştî ku muzakereyên di navbera hikûmet û beşên muxalîf ên civakê de qut bûn dîsan xwepêşandanên bi tundiyê dest pê kirin.