CÎHAN
Hemû Nûçe
-
DYA’yê xwe ji KMMNY’ê vekişand
DYA’yê îddîa kir ku Konseya Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî li dijî Îsraîlê helwesta ‘polîtîk’ nîşan dide û ragihand ku xwe ji KMMNY’ê vekişandiye. -
Artêşa Iraqê: Hêzên li Sûriyeyê li wan hatiye xistin ne girêdayî me ne
Fermandariya Artêşa Iraqê ragihand ku li nêzî bajarê El-Bokemal yê Sûriyeyê di êrîşa hewayî de hêzên ku bûne hedef, têkiliya wan bi artêşa Iraqê re nîne. -
Senatoya DYA’yê firotina F-35’an a ji bo Tirkiyê rawestand
Senatoya DYA’yê, Pêşnûmeya Zagona Budçeyê Ya Wezareta Parastinê qebûl kir. Di pêşnûmayê de xalên ku firotina F-35’ an dide rawestandin jî cih digirin. -
Îsraîlê ji meha Adarê û vir ve 13 hezar Filîstînî birîndar kiriye
Îsraîlê li ser Xeta Xezzayê ji meha Adarê û vir ve 13 hezar Filîstînî bi çekan birîndar kiriye. -
Li Japonyayê erd hejiya: 4 kes mirin 380 kes birîndar bûn
Li herêma Osaka ya Japonyayê roja Duşemê bi pîleya 6.1 erd hejiya. Di vê erdhejê de 4 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn. -
Li Malmo êrîşa bi çek: Gelek birîndar hene
Di êrîşeke bi çek a li bajarê Malmo yê Swêdê de gelek kes birîndar bûne. -
Li Efganistanê ji bo aştiyê 700 kîlometreyan meşiyan
Li Efganistanê bi dehan kes ji bo aştiyê di bin germa zêde de meşiyan. Çalakvan bi qasî 700 kîlometreyan meşiyan û gihiştin Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye. -
Şefê Audi hate girtin
Şefê hilberîner ê otomobîla Audi ku şaxekî Volkswagenê ye, ji ber skandala motorên dieselê hate girtin. -
Li Japonyayê erd hejiya
Li Japonyayê bi şîdeta 6,1 pileyî erd hejiya. 3 kes mirin. -
Ji ber êrîşên xwekujî li Nîjeryayê 31 kes mirin
Li bajarê Dambao yê Nîjeryayê ji ber êrîşên xwekujî 31 kes mirin. Çeteyên Boko Haram, zarokên keç weke êrîşkarên xwekuj bi kar tînin. -
Li Kolombiyayê namzetê rastgiran bû serokdewlet
Li Kolombiyayê, di hilbijartinên serokdewletiyê de namzetê rastgiran Ivan Duque 54.07 ji sedî yê dengan stend û bû serokdewlet. -
Balafirên şer ên Îsraîlê li wesayiteke sivîl dan
Balafirên şer ên Îsraîlê li taxa Şucaiyye ya li rojhilatê Xezzayê li wesayiteke sivîl dan. -
Li Afganîstanê ji ber êrîşekê 20 kes mirin
Li Afganîstanê ji ber êrîşeke xwekuj 20 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn. -
Li Nîkaragûayê 8 kesên din hatin kuştin
Li paytexta Nîkaragûa Managûayê 8 kesên din hatin kuştin. Nêzî du meh in li dijî hikumetê çalakiyên protestoyî têne lidarxistin û hejmara mirovên di van çalakiyan de hatin kuştin gihîşt 178 kesî. -
Li Hollandayê krîzeke nû ya hêkan rû da
Li 60 çewlikên li Hollandayê ku hêkên biyolojîk hildiberîne, 15 cûreyên pestisit û dezenfektan hatin tespîtkirin. -
Îstîxbarata Elman bi salan Awûstûrya şopandiye
Eşkere bû ku rêxistina îstîxbaratê ya Elman BND di navbera salên 1999-2006'an de saziyên hikumeta Awûstûryayê bi dizî şopandiye. Ev yek di navbera her du welatan de bû sedema krîzê. -
Nerazîbûn nîşanî lîstikvanên Erdogan hatin dayîn
Wesayîta lîstikvanê Tîma Mîllî ya Elmanya Îlkay Gundogan ên li gel dîktator Erdogan wêne kişandî hate texrîbkirin. -
Li Hûdeydeyê şer giran dibe
Hêzên hikumeta ku Koalîsyona Ereban piştgiriya wê dike diyar kirin ku li Yemenê wan balefirgeha li Hûdeydeyê bi dest xistine. -
Di îtifaqa Sadr de nakokî!
Partiya Komunîst a Iraqê ku hevkarê Mûqteda Sadr nerazîbûn nîşanî îtifaqa hikûmetê ya Sadr a bi Serokê LÎsteya Fetîh Hadî Amirî re da. -
ELN û hikûmetê agirbesta dualî hiştin tûra şeşan
Di rûniştina cara pêncan de ya di navbeyna hikûmeta Kolombiyayê û tevgera gerîla ELN’ê de li ser agirbesta lihevkirinek çênebû. -
OSCE’yê rexne li Erdogan anî
Şandeya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (OSCE) ku hilbijartinên li Bakur û Tirkiyê dişopîne bi rapora xwe rexne li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan anî. -
Fransa û Îtalya li ser navendên penaberan li hev kirin
Van demên dawî ji ber polîtîkayên penaberan nîqaş di navbeyna Fransa û Îtalyayê de hebû, derbarê dozên îltîcayê, li hev kirin ku navendên serlêdanê yên hevpar werin avakirin. -
Krîza penaberan: Piraniya Elmanan dixwazin dersînorkirin zêde bib
Elmanya van rojên dawî lihevnekirina di navbeyna partiyên yekîtiya Xiristiyan CDU û CSU’ê ya li ser politikaya penaberan nîqaş dike, praniya gel jî dixwaze ‘dersînorkirin’ zêdetir bibe. -
Li DYA’yê bi hezara zarokên koçber ji malbatên wan hatin veqetandin
Li DYA’yê ji meha Nîsanê ve li dijî koçberan polîtîkayên hişk ketin dewreyê û bi hezaran zarokên biyanî ji malbatên wan hatin veqetandin. -
Şefê Talîban ê Pakîstanê hate kuştin!
Artêşa Amerîkayê li eyaleta Kunarê ya Efganîstanê êrîş bire ser şefê Talîban ê Pakîstanê. Gelek jêderk dibêjin şefe Talîban hatiye kuştin.