CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Volkan teqiya: 25 kes mirin
Li Guatemalayê Volkana Fuego teqiya. 25 kes ji ber teqîna volkan jiyana xwe ji dest dan. -
Sanchez dest bi wezîfeyê kir
Serokwezîrê nû yê Spanyayê Pedro Sanchez bi merasîmekê sond xwar û bi rengekî fermî dest bi wezîfeyê kir. -
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî Xezzayê kirin
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî çepera Arîn a Tûgayên Îzzeddîn Qessam kirin ku li nêzî kampa Penaberan a En-Nûseyrat a Xezzayê ye. -
Li Parîsê bi hezaran antî-faşîst meşiyan
Ji bo bîranîna çalakgerekî antîfaşîst ku di 2013’ê de ji aliyê rastgiran ve hatibû qetikirin, li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran antî-faşîst meşiyan. -
Li Kubayê bahoza Alberto: 7 kes mirin, 2 kes jî winda ne
Li Kubayê ji ber bahoza Albertoyê lêhî rabû herî kêm 7 kes mirin, 2 kes jî winda bûn. -
Li Yemenê di şer de 100 kes mirin
Li bajarê Hûdeydayê yê Yemenê di operasyona hêzên hikumetê de 100 kes mirin. -
Lêpirsîn li partiya paravan a AKP’ê ya li Fransayê hate vekirin
Têkildarî serokê Komeleya Cojep û damezirînê Partiya Wekhevî û Edaletê (PEJ) Alî Gedîkoglû yê ku li Fransayê nêzî rejîma AKP’ê ye, ji aliyê dadgeha Parîsê ve lêpirsîn li wî hate vekirin. -
Li Hindistanê ji ber rewşa xirab a hewayê 18 kes mirin
Li bakurê Hindistanê ji ber bahozê herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek ziyan jî çêbû. -
Li Yemenê şer: 19 leşker hatin kuştin
Di şerê navbera hêzên artêşê û Hûsiyan a li derdora bajarê El-Hûdeyde yê Yemenê de, 19 leşker hatin kuştin. -
Rêxistinên derdorparêz ji reforma YE’yê ya çandinêyê bi fikar in
Gelek rêxistinên derdorparêz li hemberî biryara Yekîtiya Ewropa (YE) a nûjenkirina Polîtîkaya Çandiniyê ya Hevpar (CAP) û di vê çarçoveyê de hê zêdetir raye dayîna welatên endam, nerazî ne. -
Ûkrayna: Lîsteya kesên hedef Rûsya ne di destê me de ne
Nakokiyên navbera Ûkrayna û Rûsya ya li ser nûçeya sûîkasteke sexte ya di derbarê rojnemevanekê de dewam dike. Daraza Ûkrayna diyar kir ku lîsteyekî ku navê 47 kesan di hedefê de ye, li gel wan heye. -
DYA’yê pêşnûmeya parastina navnetewî ya ser Filîstînê veto kir
Biryara pêşnûmeya parastina navnetewî ya gelê Filîstînê ya KENY’yê ji ber sedema vetoya DYA’yê bloke bû, her wiha pêşnûmeya DYA’yê ku ji mirina bûyera Gulanê Hamas berpirs didît jî hate redkirin. -
Li Venezuelayê muxalîfên siyasî têne berdan
Li Venezuelayê muxalîfên ku dema li dijî Serokkomar Madur çalakî kirin hatibûn girtin têne berdan. -
Li DYA’yê bêkarî li gorî 18 salên dawî pir kêm bûye
Li DYA’yê bi rabûna aborî re rêjeya bêkariyê li gorî 18 salên dawî pir kêm bûye, Serokdewletê DYA’yê Donald Trûmp vê tîne ser serkeftina politikaya xwe ya aboriyê. -
Donald Trûmp û Kîm Jong-ûn dicivin
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, hevdîtina beriya niha ya bi lîderê Koreya Bakur re betal kiribû, ragihand ku wê 12’ê Gulanê li hev bicivin. -
Dozgeriyê daxwaza dersînorkirina Pûîgdemont kir
Li Elmanyayê dozgeriyê daxwaza dersînorkirina Lîderê Katalan Charles Pûîgdemont ê li sirgûnê ya Spanyayê kir. -
Serokwezîrê Spanyayê ji wezîfeyê hate girtin
Serokwezîrê mûxafazakar Mariano Rajoy ku şeş sal in li Spanyayê serkêşê hikumetê ye, ji aliyê parlamentê ve ji wezîfeyê hate girtin. Li şûna wî, Pedro Sanchez ê sosyalîst bû Serokwezîr. -
Madrîdê hikûmeta Katalan pejirand
Hikûmeta navendî ya Spanyayê pêkhateya hikûmetê ya herêma xweser a Katalonyayê pejirand. -
Di navbeyna DYA’yê û YE’yê de şerê bazirganiyê
DYA’yê gefa li ser baca gumrikê ya li ser pola û bafûnê ya ku ji Yekîtiya Ewropayê tê pêk anî. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, ‘’ev îllegal e’’. -
Dengdana li ser pêşnûmeya parastina Fîlîstîniyan taloq bû
Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, dengdana li ser pêşnûme biryara ji bo 'parastin'a Fîlîstîniyên li Xezza û Şerîa Rojava, bi pêşniyarên nû yên DYA ji bo îro hate taloqkirin. -
Koreya Bakur: Soza li ser mijara nukleerê hîn derbasdar e
Lîderê Koreya Bakur diyar kir ku soza wan a ji bo paqijbûna ji nukleerê hîn derbasdar e. -
Girtîgehên nepen ên CIA’yê: Romanya û Lîtvanya hatin mehkûmkirin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ji ber ku cih dane girtîgehên nepen ên CIA’yê di sala 2015’an de Polonya mehkûm kiribû. Dadgehê vê carê ji bo Lîtvanya û Romanyayê jî biryara mehkûmiyetê da. -
Le monde: Gotinên nîjatperest ên Erdogan li Edîrneyê nayê bihîstin
Rojnameya Fransî Le Monde, diyar kir ku li Edîrneya ku demekê paytexta Osmaniyan bû, gotinên Erdogan ên nîjatperest li vir nayê bihîstin. -
Danîmarkayê bûrka li qada gelemperiyê qedexe kir
Parlamenta Danîmarkayê pêşnûme qanûnek qebûl kir ku li gorî vê qanûnê nabe ku jin li qada gelemperiyê bûrka li xwe bike. -
Li Afganîstanê bi êrîşa DYA’yê 50 endamên Talîbanê hatin kuştin
Fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Afganîstanê û NATO’yê John Nîcholson got di operasyonekê de ya li ser rêveberên Talîban, ji 50’î zêdetir endamên Talîban hatine kuştin.