CÎHAN
Hemû Nûçe
-
WSJ: Trump wê dawî li miafbûna pola û bafûnê ya YE’yê bîne
Hate gotin Serokê DYA’yê Donald Trump wê dawî li wê rewşa miefbûna baca ser bafûn û pola ya welatên YE’yê bîne. -
DYA: Dibe ku Trump-Kim Jong-un li hev rûnên
Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand, dibe ku hevdîtina 12'ê Hezîranê ya navbera Donald Trump û Kim Jong-un bê kirin. -
Zarok ji zarokatiyê bêpar hatine hiştin
Li gorî rapora nû ya saziya navneteweyî ya bi navê "Save the Children", bi sed milyonan zarokên li gelemperiya cîhanê ji zarokatiyê bêpar hatine hiştin. -
Ji kesên ji Elmanyayê tevlî DAÎŞ'ê bûn, 170 mirine
Hikumeta federal ragihand ku heta niha zêdeyî hezar kes ji Elmanyayê tevlî DAÎŞ'ê bûne û got, "Haya me ji aqûbeta piraniya van kesan nîne. Em zanin ku tenê 170 ji van mirine." -
Êrîşa Lîege çeteyên DAIŞ’ê li xwe girt
Şevê din li bajarê Lîege yê Belçîkayê êrîşek pêk hat û di encamê de 2 jê polîs 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çeteyên DAIŞ’ê ev êrîş li xwe girt. -
Êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Wezareta Karê Hundir a Efganistanê bi dawî bû
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Wezareta Karê Hundir a Efganistanê bi dawî bû. Hate ragihandin ku endamên çeteyan hatine kuştin. -
Hilbijartinên Iraqê bi hîle ne: Li 1021 navendan encam hatin betalkirin
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê li welat û derveyî welat encamên hilbijartinê yên 1021 navendan betal kir. -
Li Qabûlê li nêzî Wezarata Karên Hundir dengê teqîn û çekan
Li Afganîstanê, li nêzî Wezareta Karên Hundir a li paytexta Afganîstan Qabûlê dengê teqînan û çekan hate bihîstin. -
Isarîlê li Xazeyê êrîş bire ser 25 deveran
Artêşa Israîlê ragihand ku wan êrîş birine ser 25 deverên bi Hamasê re têkildar. -
Moodysê texmîna rabûnê ya Tirkiyeyê kêmî 2,5’an kir
Saziya qedemekirina krediye Moodysê texmîna rabûna Tirkiyeyê ya 2018’an ji 4 ji 100’î kêmî 2,5’an kir. -
Li Îtalyayê rewşa bêhûmetbûnê didome
Li Îtalyayê ji hilbijartina Adarê ve hikûmet nehatibû avakirin. Caro Cottarellî 27’ê Gulanê ji bo ku hikûmetê ava bike hatibû peywirdarkirin lê ji ber ku ji parlamantoyê wê desteka hewce nestîne nediyarî zêdetir dibe. -
OEA: Li Venezuelayê sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin
Rêxistina Dewletên Amerîkayê (OEA) raporek weşand û diyar kir ku li Venezuelayê di nava 4 salên dawî de gelek sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin. -
Êrîşa li Belçîkayê ji gelek aliyan ve xumamî ye
Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên fermî ve li ser êrîşa doh a li Belçîkayê ve hatin dayin, haya hêzên îstîxbaratê berê ji êrîşkar hebû, lê sdema êrîşê hê ne diyar e. -
Tê gotin ku li Koreya Bakur 120 hezar girtiyên siyasî hene
Li gorî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, rêveberiya Pyongyangê zêdeyî 100 hezar kes ji ber nêrîna xwe ya siyasî girtî ye. -
Nûçegihanê mûxalîfê Putin li Kievê hate kuştin
Li Ukraynayê ku ji ber dagirkirina Kirimê têkiliya xwe ya bi Rûsyayê re xera bûye, nûçegihanekî Rûs hate kuştin. -
Artêşa Îsraîlê li Xazeyê li 30 navendan da
Artêşa Îsraîlê, avêtina moşkekan kire hincet û ji Şerîda Xazeyê li 30 navendan da. -
Li Nîkaragûayê krîza siyasî: 86 mirî, 860 birîndar
Li Nîkaragûayê, hejmara mirovên di xwepêşandanên dijî hikumetê de mirin bû 86 kes. Zêdeyî 860 kes jî birîndar bûn. -
Li Efganîstanê 9 xizmên serokê Senatoyê hatin kuştin
Li Efganîstanê dema operasyoneke leşkerî ji malbata serokê Senatoyê 9 kes hatin kuştin, 8 birîndar bûn. -
Li Belçîkayê ji ber êrîşeke çekdarî 2 polîs û sivîlek mirin -NÛ BÛ
Li bajarê Liege yê Belçîkayê, êrîşkarekî 2 polîs û sivîlek kuşt. Êrîşkar ji aliyê polîsan ve hate kuştin. -
Roket avêtin başûrê Îsraîlê
Hate ragihandin ku ji Şerîda Xezzayê roket avêtine başûrê Îsraîlê. -
Greva qemyonvanan a li Brezîlyayê dewam dike
Tevî ku Serokkomar Michel Temmer tawîz dane jî greva qemyonvanan dewam dike. -
Yekîtiya Ewropa hewl dide xwe ji plastîkan paqij bike
Pêşnûmeya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ku ji bo parastina hawirdorê û zindiyên li nava deryayê, plastîkan qedexe dike, doh hate ragihandin. Bi rêya pêşnûmeyê tê xwestin, parzemîn ji trilyonan parçeyên plastîk bê paqijkirin. -
DYA û Japonya di mijara nukleerê de tawîzan nadin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Japonyayê destnîşankirin ku paqijkirina Koreya Bakur ji nukleerê ji bo wan 'nebe nabe'. -
Li Kolombiyê êrîşî koma ji FARC’ê qûtbibû hate kirin: 11 gerîla mirin
Li Kolombiya ya ku pêvajoya aştiyê bi hilbijartinên serokwezîrtiyê ve girêdaye, 11 ji gerîlayên ku ji FARC’ê qût bibûn, di operasyoneke ya artêşê de hatine kuştin. -
Li Rojhilatê Afrîkayê ji ber lêhiyê bi dehan kes mirin
Li welatê Etîyopya yê Rojhilatê Afrîkayê ji ber baranê lêhî rabû û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.