CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Cîhaza qeydkirina seferê ya balafira li Kubayê ket, hate dîtin
Balafira rêwiyan a bi tîpa Boeing 737 ku ji payteta Kuba Havanayê rabû û berê xwe da abjarê Holguinê, demeke kin piştî rabûnê kete xwarê. -
Putin û Merkel li ser Îran û Sûriyeyê peyivîn
Merkel û Putin li bajarê Soçî yê Rûsyayê li hev rûniştin. Di hevdîtinê de krîza li Sûriyeyê, projeya Herikîna Bakur 2, Ûkrayna û vekişîna DYA ji peymana nukleerê ya bi Îranê re hatin nirxandin. -
DYA û Çînê li ser bazirganiyê li hev kirin
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump ku di nava 16 mehê desthilatdariya xwe de ji aliyê bazirganiyê ve li dijî hemû welatan şer dike, di dawiya dawî de bi Çînê re li hev kir. -
Şîrketa çekan a Elman di dawiya dawî de tê darizandin
Yek ji mezintirîn şîrketên çekan ên Elman Heckler & Koch ku çeka G36 hildiberîne, ji ber komkujiyeke li Meksîkayê hate kirin wê di dawiya dawî de derket pêşberî dadgehê. -
Gelê Kazerûnê gelek avahî şewitandin
Ligel ku rejîma Îranê zext û zordariyên xwe zêde kiriye, çalakiyên protestoyê yên li bajarê Kazerûnê didome. Gelek wesayîtên dewletê hatin texrîbkirin. -
DYA’yê piştgiriya xwe ya ji bo herêma Îdlibê vekişand
Li herêma li bakurê rojavayê Sûriyeyê de ya ku di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk piştgiriya wan dike, DYA’yê biryara vekişandina alîkariyê da. -
Li stadyûmê êrîşa bombeyî: 8 kes mirin
Hate ragihandin ku di êrîşa bombeyî de ya li dijî stadyûma krîket ya li bajarê Celalabad yê navenda wîlayeta Nangarhar a rojhilatê Afganîstanê 8 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Piştî peymana bi Misirê re li Xezzayê çalakiyên biçûk
Li hemberî biryara ku DYA balyozxaneya xwe bir Qudûsê li Xezzayê xwepêşandan hatibûn kirin û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Hate diyarkirin ku piştî peymana bi Misirê re rêjeya beşdariya xwepêşandan û çalakiyan jî kêm bûye. -
Îsraîl daxwaza lêpirsîna serbixwe ya KMMNY’yê red kir
Îsraîlê ragihand ku wê biryara lêpirsîna serbixwe ya ji aliyê NY’yê ku têkildarî bûyerên li Xezzeyê ku têde 60 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dabûn, nas nekin. -
Li Kubayê balafira rêwiyan kete xwarê
Li paytexta Kuba Havanayê balafireke ya rêwiyan kete xwarê. -
Di êrîşa li ser dibistaneke ya DYA’yê de, 10 kes mirin
Di êrîşa li ser dibistaneke ya li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) de hejmara miriyan gihişte 10 kesan, hate ragihadin ku dibe madeyên teqemeniyê li dibidstanê hebe. -
Li girtîgeha Venezûelayê raperîn: Herî kêm 11 kes mirin
Hate ragihandin ku roja Çarşemê li girtîgeheke Venezûelayê raperîn çêbûye û heta niha herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Rê,bajar û çewlik gefê li jiyana sirûştî dixwin
Înşeatên rêyan, bajar, çewlik û rêyên trênê gefê li parkên sirûştî dixwin, li parkên ku berevaniya wan tê kirin. -
Komîsyona Ewropayê pêkanînên li ser Îranê bloke dike!
Komîsyona Ewropayê ji bo parastina şîrketê Ewropayê, dest bi blokekirina pêkanînên DYA yên li ser Îranê kir. -
DYA dixwaze li dijî Îranê 'koalîsyoneke' navneteweyî ava bike
Rêveberiya Washîngtonê ku xwe ji peymana nukleerê vekişand, eşkere kir ku dixwaze li dijî Îranê koalîsyoneke navneteweyî ava bike. -
Serxwebûnxwazekî ‘radîkal’ hate ser seroktiya Katalonyayê
Dîsa serxwebûnxwazek ji bo seroktiya Katalonyayê hate hilbijartin. Quîm Torra sonda dilsoziya bi Destûra Spanyayê nexwar. -
Li Fransayê 2 bira bi gumana 'êrîşê' hatin girtin
Hate eşkerekirin ku du birayên Misrî ku amadekarî ji bo êrîşekê dikirin, li Fransayê hatine girtin. -
Li Pasîfîkê bi şîdeta 6.2 pileyî erd hejiya
Li Giravên Kermadecê ku li bakurê rojhilat ê Zelanda Nû ye, bi şîdeta 6.2 pileyî erd hejiya. -
Gazên 'dijminê Ozon'ê li gel qedexeyê ev 30 sal in tên bikaranîn
Hilberîna gazên Klorofloro karbonku weke 'dijminê ozonê' tên naskirin, qedexe ye. Lê belê eşkere bû ku bi taybetî li Asya Rojhilat tên bikaranîn. -
Parlementoya Iraqê li ser daxwazên parlementeran dicive
Serokatiya Parlementoya Iraqê bersiv da daxwaza lezgîn a civîna 81 parlementeran a têkildarî encam hilbijartin û nîqaşkirinê. Parlemeto roja Şemiyê wê bicive. -
81 parlementerên Iraqî, banga lezgîn civînê li parlementoyê kir
81 parlementerên cihyê yên ji komên cuda yên li Parlemtoya Iraqê, li ser encama hilbijartina Başûrê Kurdistanê û zelalkirinê, banga lezgîn a civîna parlementoyê kir. -
Danîmarkayên hêzên xwe yên li Iraqê vekişand
Danîmarka ya endamê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, hêzên xwe yên taybet ji Iraqê vekişand. -
Li gorî Îsraîlê, Misrê tansiyona li Xezzayê daxist!
Piştî bûyerên li Xezzayê ku zêdeyî 60 kes ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatin kuştin, hejmara çalakgeran kêm bû. Îsraîlê ragihand ku bi saya navbeynkariya Misrê tansiyon ketiye. Hamasê jî îdîaya li ser zexta Qahîreyê red kir. -
Di navbera Moskova û Îranê de peymana 'Yekîtiya Ekonomîk'
Yekîtiya Ekonomîk a Avrasyayê ya ku Rûsya pêşengiya wê dike, bi Îranê re pêşpeymanek îmze kir. Li gorî peymanê ew ê bi Tehranê re qadeke bazirganiyê ya serbest were avakirin. -
Koreya Bakur û DYA tawîzê nadin hev
Tê payin ku DYA û Koreya Bakur roja 12'ê Hezîranê hevdîtinê bikin. Lê belê aloziya ku ji ber tetbîqata leşkerî ya li Koreya Başûr rû da, hê ji holê ranebûye.