CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Parlamenta Ewropa jî wê li Zuckerberg guhdarî bike
Rêveberê Facebookê Mark Zuckerberg ku agahiyên bi dehan milyon bikarhênerên xwe da şîrketekê, wê ji endamên Parlamenta Ewropayê re jî biaxive. -
Dadgeha DYA’yê 32 meh ceza da Mehmet Hakan Atîlla
Dadgeha DYA’yê 32 meh cezayê girtîgehê li midûrê giştî yê berê yê Halk Bankê Mehmet Hakan Atîlla birî. -
Li Bexdayê êrîşeke xwekujî pêkhat
Li navçeya Tarmiye ya paytexta Iraq Bexdayê li nêzî maleke konê sersaxiyê êrîşeke xwekujî pêk hat. -
Îranê li Iraqê îttîfaqa bi Sadr û ya bi PDK’ê re qedexe kir!
Li Iraqê piştî hilbijartina parlamentoyê ya 12’ê Gulanê ji bo avakirina hikumetê muzakereyan dest pê kir. Îran bandora rolê xwe yê di nava Sadr de ji bo avakirina hikûmetê zêde dike. -
Li Hîndîstanê pir hilweşiya, gelek kes mirin
Li bajarê pîroz ê Hîndîstanê li Varanasî, pireke ku hê dihate çêkirin hilweşiya. Gelek kes mirin, zêdeyî 50 kes di bin xirbeyên pirê de man. -
Guatemalayê jî Sefaretxaneya xwe bir Qudsê
Piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Guatemalayê jî Sefaretxaneya xwe bir Qudsê û bi merasîmekê vekir. -
Meteorekî mezin wê di ber Cîhanê re derbas bibe
Meteorekî mezin ku Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) van heft salên dawî dikir nedikir nedidît, duh ji nû ve hate dîtin. NASA'yê ragihand ku meteor wê li Cîhanê nekeve. -
Bahozên Îrma û Marîa zerareke mezin dan aboriyê
Bahozên ku par xisareke mezin li Karabîkan kirin, bû sedem ku li welatên vê herêmê yên xizan, bi deh hezaran kes bê kar bimînin. -
Peymana nukleerê ya Îranê li Brukselê hate nirxandin
Ji bo rizgarkirina peymana nukleerê ku DYA xwe jê vekişand, hevdîtinên li Brukselê dewam dikin. Îranê ragihand ku ew ji danûstandinên li ser peymanê tên kirin 'xweşbîn' e. -
Li Elmanyayê qanûna polîsan a bi nîqaş hate qebûlkirin
Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê ku bi nifûsa xwe ya ji 13 milyonî duyemîn eyaleta herî mezin e, qanûna polîsan a ku demeke tê nîqaşkirin ji aliyê meclîsa eyaletê ve hate qebûlkirin. -
Dibe ku Koreya Bakur hevdîtina Trump-Kim Jong-un betal bike
Çav li rê ye ku 12'ê Hezîranê Trump û Kim Jong-un li hev rûnên. Koreya Bakur ku ji tetbîqatên leşkerî yên li Başûr aciz e, gefa betalkirina hevdîtinê xwar. -
Fuzeyeke din avêtin Siûdî Erebistanê
Berdevkê Koalîsyona Ereban a ku Siûdî Erebistan pêşengiya wê dike Turkî El Malîkî diyar kir ku şervanên Hûsiyê fuzeyeke din avêtine Siûdî Erebistanê. -
Netanyahû: Bila Erdogan dersa exlaq nede me!
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû nerazîbûn nîşanî qetlîama Xezzayê da û ‘dersa exlaq’ a Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan red kir. -
Li Cenevreyê çalakiya xwendekarên zanîngehê ya ji bo Xezzayê
Xwendekarên Zanîngeha Cenevreyê ji bo piştgiriya gelê Fîlîstînê hatin ba hev. Xwendekaran bi lîstîkekê bal kişandin ser êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê Filîstînê û peyama hevgirtinê dan. -
NY: Li Xezzayê her kes dikare bê kuştin
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî işaret bi rewşa xetere ya li Xezzayê kir û diyar kir, gefê bixwe ya jî nexwe, her çalakger dikare ji aliyê hêzên Îsraîlê ve bê kuştin. -
Talîbanê êrîş bir ser bajarekî Afganîstanê
Talîbanê êrîş bir ser bajarê Ferahê yê li rojavayê Afganîstanê. -
Li Îranê bendaveke din ziwa bû
Li bajarê Serbazê yê li Eyaleta Sîstan û Belûcîstanê, bendava Pîşînê ziwa bû. -
Li Xezzayê roja herî bi xwîn a 4 salên dawî
Ji ber vekirina Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Qudsê ku di salvegera damezrandina Îsraîlê de hate kirin, bûyer derket û zêdeyî 50 kes mirin. Ji ber bûyeran alî hev du sûcdar dikin. -
Merkel budçeya ji milyaran euroyî ji bo parastinê vediqetîne
Li Elmanyayê pêwîstiya budçeyê ya ji bo dibistan, kreş û gelek cihên din hê çareser nebûye. Lê belê Serokwezîr Angela Merkel bi biryar e ku bi milyaran euro ji bo 'modernîzasyon'a artêşê bi kar bîne. -
Bîlançoya Xezzeyê giran dibe: Herî kêm 52 kes mirin
Piştî ku Quds weke paytexta Îsraîlê hate naskirin û şûnde, di mudaxeleya li hemberî Filistîniyên ku veguhestina Sefaretxaneya DYA’yê ya herêmê protesto bikin de, herî kêm 52 kes mirin, bi hezaran jî birîndar bûne. -
Di şer de yê li Xezzayê bi kêmanî 37 mirî, 900 birîndar hene
Leşkerên Îsraîlê li ser xeta sînor a Xezzayê gule li xwepêşanderan baran. Hate diyarkirin ku bi kêmanî 37 Fîlîstînî mirine. -
Li Xezzayê di şer de herî kêm 7 kes mirin
Beriya vekirina Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ya li Qudsê, li Şerîda Xezzayê çalakiyên protestoyî hatin kirin. Leşkerên Îsraîlê gule li çalakiyan reşandin û herî kêm 7 kes mirin. -
ELN di hilbijartinê de 'çalakiyên xwe yên leşkerî' disekinîne
ELN a ku li Kolombiyayê tevgera gerîlayan e diyar kir ku beriya hilbijartinên 27’ê Gulanê ew ê ‘çalakiyên xwe yên leşkerî’ bide sekinandin. -
Li Xezzayê şer dest pê kir
Di demeke wisa de ya ku dihat payîn DYA li Qûdusê balyozxanê veke, li ser sînorê Xezza û Îsraîlê pevçûnan dest pê kir. -
Îran ji îmzevanên peymana nukleer mîsogeriyê dixwaze
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Zarîf diyar kir ku piştî vekişandina DYA’yê ew ji îmzevanên peymana nukleer mîsogeriyê dixwazin.